Parêzerên endamên Komîsyona Çavdêriyên Girtîgehan a Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê, li ser reşa girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Tarsûsê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva bêdawî û bêdorveger de ne agahî girtin.
Parêzerên bi navê Ozgur Çaglar, Saniye Bîçîcî, A. Celîl Akin û Pinar Dokûz ên piştî ji girtîgehê xwestin derkevin, gardiyanan dest danîn ser notên ku li ser rewşa girtiyan girtibûn. Parêzerên nerazîbûn nîşanî vê rewşê dan, ji aliyê gardiyanan ve hatin derbkirin.
Parêzerên ku demekê rê nedan ku derkevin, piştî hevdîtina bi dozger re ji girtîgehê veqetiyan.