Parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd dîsa serîlêdan kirin
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re yê ku 3 sal in agahî jê nayê stendin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re yê ku 3 sal in agahî jê nayê stendin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rêzan Sarica, Raziye Ozturk, Mazlum Dînç û Faîk Ozgur Erol, ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku di bin tecrîda mutleq de ye, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Înfaza Ceza ya Îmraliyê dan.
Parêzeran ji bo girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li dozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.
Ji 25'ê Adara 2021'an û vir ve tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê stendin.