Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtina hefteyî ya asayî pêk binin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Huseyin Bogatekin, Sûna Bîlgîn û Rezan Sarica ji bo ku bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Parêzer herî dawî di 27'ê tîrmeha 2011'an de zêdeyî 10 meh (324 roj) berê çûbûn Îmrahiyê û ji wê demê heta niha hevditin pêk neanîne. Serlêdana parêzeran her tim bi hincetên "kêştî xerabeya", "muxalefeta hewayê heye" û "keştî hêj nehatiye tamîrkirin" tên astengkirin.