Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir

Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bîne serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Huseyîn Bogatekîn û Rezan Sarica piştî ku hevdîtina wan ya asayî hat astengkirin dîsa ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Heke rêveberiya girtîgeha Îmraliyê bersiveke erênî bide parêzer sibê ji bo hevdîtina bi Ocalan re dê biçin Îmraliyê.

Tevî ku her hefte parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî lê didin ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ango 317 rojin bi hincetên ku "ba û bahoz heye", "keştî xirabe ye", di demên dawiyê de jî "keştî tê temîrkirin" ji aliyê aliyê îdareya girtîgeha Îmraliyê ve hevdîtinên Ocalan yên bi parêzerên wî re tê astengkirin.