Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 29 meh in nikarin agahiyê ji muwekîlê xwe werbigirin, ji bo hevdîtinê serlêdaneke nû kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 29 meh in nikarin agahiyê ji muwekîlê xwe werbigirin, ji bo hevdîtinê serlêdaneke nû kirin.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur Erol ji bo karibin muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.
Parêzer ji bo karibin hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd re bikin hefteyê du caran serlêdanê dikin, lê belê ne erênî ne jî neyînî nikarin bersivê werbigirin.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê 7'ê Tebaxê daxuyaniyek da û got, "Li ser Birêz Ocalan sîstemeke êşkenceyê ya giran tê ferzkirin ku mînaka wê di dîrokê de nehatiye dîtin. Em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku baldar be."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di nava 12 salan de tenê 5 caran parêzeran karîbû Abdullah Ocalan bibînin. Hevdîtina herî dawî ya bi parêzeran re di 7'ê Tebaxa 2019'an de hatibû kirin.