Parêzeran ji bo Denîz Poyraz Nobeta Edaletê girtin
TBB û gelek serokên baroyê, ji bo Denîz Poyraz a hatî qetilkirin, Nobeta Edaletê girtin.
TBB û gelek serokên baroyê, ji bo Denîz Poyraz a hatî qetilkirin, Nobeta Edaletê girtin.
Nobeta Edaletê ya ku Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) û parêzerên ku bi dirûşmeya “Ji parastinê re azadî, ji her kesî re edalet” di sala 2017’an de dan destpêkirin, didome. Nobeda Edaletê ya hiqûqzanan a vê mehê li ber Edliyeya Îzmîrê ji bo Denîz Poyraz a li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê hat qetilkirin pêk hat. Cîgirê Serokê Giştî yê TBB’ê Gurkan Altûn, gelek serokên baroyên bajarên cuda, parêzer, parêzvanên mafên mirovan, malbata Poyraz, parlementerên HDP’ê Zuleyha Gulum, Pero Dundar, Murat Çepnî û Serpîl Kemalbay beşdarî Nobeda Edaletê bûn.
Di nobedê de dovîz hatin hildan, pankart hatin vekirin û dirûşmeya “Denîz Poyraz nemire” hat berzkirin. Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku lêgerîna wan a ji bo edaletê didome û spasiya beşdaran kir.
Gurkan Altûn jî destnîşan kir ku heke darazek serbixwe û bêalî hebûya wê îro pêwîstî bi vê çalakiyê nebûya û got: “Em ji bo Denîz Poyraz îro li vir civiyan. Em ji bo Selçûk Kozagaçli li Enqereyê bûn. Her bajarek me şahidiya êşekê dike. Welatiyên ku mafên wan tê binpêkirin û li dijî vê diqîrin daxwazên wan nayên bersivandin.”
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî anî ziman ku li ber her edliyeyekê Nobeda Edaletê heye û tê lidarxistin û got: “Em ê dest ji têkoşîna edaletê bernedin. Ji bo em daxwaz û bendewariya civakê bibersivînin têdikoşin û em ê van dozên girîng bişopînin. Meseleya edaletê beriya her tiştî meseleya hiqûqê ye. Em ji bo bicihanîna edaletê li vir in.”
Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz jî da zanîn ku ew li dijî vê pêvajoya tarî têbikoşin û got: “Çi pêwîst be divê em bikin. Em ê ji bo Denîz Poyraz, Malbata Dedeogûllari, Malbata Şenyaşar, Tahîr Elçî, Roboskî, Şebnem Korûr Fîncanci li edaletê bigerin û em ê dest ji edaletê bernedin.”
Serok û cîgirên baroyên bajarên Wan, Mûş, Mêrdîn, Agirî, Sêrt, Riha, Enqere, Bûrsa, Aydinê jî bi dorê axivîn û destnîşan kirin ku ew ê di serî de ji bo doza Denîz Poyraz û ji bo hemû dozên komkujiyan lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin.
Rûniştina 7’emîn a doza Denîz Poyraz wê sibê li eywana rûniştinê ya Girtîgeha Alîagaya Îzmîrê bê lidarxistin.