Di rûniştina duwemîn a doza 36 jê girtî, 44 parêzerên di encama operasyona di 20’ê berfanbara 2011 de li hemberî çapemeniya Kurdan de hatin binçavkirin, berdewam dike. Parêzerên rojnamevanan ji bo delîlên ne huqûqî daxwaza biryara navber kirin.
Di rûniştina dozê ya duh pêk hat de dîwana dadgehê hewl da salonê vala bike û daxwaza parastina Kurdî red kir. Duwemîn runiştina dozê bi beşdariya hemû rojnamevanên girtî û serbest, li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dest pê kir. Parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel jî amade bû.
Rûniştina dozê bi qasî saetekê dereng dest pê kir. Hêzên ewlekariyê nehiştin afîşên ji nûçeyên rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê hatibûn girtin, bînin hundir.
Rûniştin bi tesbîtkirina nasnameya rojnamevanên ne girtî dest pê kir. Rojnamevana bi zaravayên Kurmancî û Dimilkî yên Kurd bersiv dan dadger. Piştî tesbîtkirina nasnameya, rûniştin bi daxwazên parêzeran berdewam dike.
HUQÛQ TIRK HELWESTEK DUDILÎ NÎŞAN DIDE
Prz. Huseyîn Bogatekîn, îtîrazên li hemberî usul û delîlên huqûqî pêşkêş kir. Bogatekîn diyar kir ku di mijara delîlên ne huqûqî de huqûqa Tirk dudiliyê dike û got; “Dosya ji şahidên veşartî, lêgerînên ne huqûqî, delîlên ne şênber û guhdarkirina telefonan pêk tê.”
Bogatekîn diyar kir du di dadgehên adil de şahidên veşartî ne qanûnî ne û bal kişand ser skandalaênşahidên veşartî. Bogatekîn got; “Qîma me bi polîsan nayê, divê girtekên şahidên veşartî du hizura dadgehê de amade be.”
ROJNAMEVAN BI RÊYÊN NE HUQÛQÎ HATIN GIRTIN
Bogatekîn destnîşan kir ku di dema lêgerînan de jî biryarek dudilî hebû û ne li gorî huqûqê ye. Bogatekîn got; “Polîs sucê tunekirina delîlan kiriye. Di dema lêgerînê girteyên xeyalî hatine girtin. Miwekîlên me bi rêyên ne huqûqî hatine girtin, divê serbest bên berdan.”
Botagekîn got; “Gava mirov li biryarên wiha yên dadgehê dinêre, mirov cotestadardiyê dibîne” û ji bo delîlên ne huqûqî daxwaza biryara navber kir.
Ji bo nîvroyê navber dan dozê. Rûniştina dozê saet di 13.00 de dê dest pê bike.