Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdanek kirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur Erol ji bo karibin hevdîtinê bikin serlêdan kirin.

Parêzer 29 meh in nikarin bi ti awayî agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş werbigirin. Ji bo karibin serdana Îmraliyê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.