Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke nû kirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Parêzer ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd bibînin hefteyê 2 caran serlêdanê dikin, lê belê bersivekê nikarin werbigirin.