Parêzer Yalçin: Êrîşên nîjadperest wekî bûyerên edlî tên dîtin

Parêzer Hasan Yalçin derbarê êrîşên nijadperest axivî û got “Rayedarên dewletê û wezaretên pêwendîdar êrîşên wisa ne wekî bûyerên siyasî lê wekî bûyerên edlî dibînin.”

Li Tirkiyeyê êrîşên nijadperest ên li dijî Kurdan bênavber didome. Çend roj berê jî li Mêrsînê êrişî malbateke ji Hewlêrê hatibû kirin û malbat li nexweşxaneyê tedawî bûbû. Dozger û emniyetê ji rêxistinên saziya sivîl re ragihandibû ku ev meseleyeke edlî ye û ne hewce ye li ser zemîneke polîtîk were nirxandin. Dema Kurd ji bo xebatê diçin Behra Reş, Anatoliya Navîn û Marmarayê jî êrîşî wan tê kirin û ev êrîş wekî nûçeyên rûtîn ên mehên havînê tên dîtin.

Endamê Komîsyona Li Hemberî Nijadperestî û Cihêkariyê ya ÎHD’ê parêzer Hasan Yalçin derbarê êrîşên nijadperest axivî.

Parêzer Yalçin êrîşa li Mêrsînê ya li dijî malbata ji Hewlêrê bi bîr xist û diyar kir ku ev êrîş ne nû ne û berê jî li Sakarya, Trabzon û Enqereyê hatibû kirin.

Parêzer Yalçin got “Piranî êrişî kesên ne Misilman û ne Tirk tê kirin. Ji avabûna Komarê û heta niha ev êrîş tê kirin. Mirov dikare zemîna wê bispêre demên dûrtir jî. Ji ber ku hemû hemwelatiyên vî welatî wekî Tirk tên dîtin, nasname û mafê gel û neteweyên din nayê qebûlkirin. Ev êrîş hêza xwe ji mevzûaatê distînin. Zimanê siyasetmedar û desthilatdariyê jî rê li ber van êrîşan vedike.”

Yalçin diyar kir ku rayedarên dewletê û wezaretên pêwendîdar êrîşên wisa ne wekî bûyerên siyasî lê wekî bûyerên edlî dibînin û got “Dema ev êrîş tê kirin lêpirsîneke xurt nayê kirin û wekî bûyereke edlî tê nirxandin. Dema ku wisa be jî siyasetmedar wan diparêze. Dadgeh jî van kujeran beraat dike û bûyerê digirin. Di vî warî de berpirsyariya siyasetmedaran jî heye. Ji ber ku dema zimanê wan nijadperest be, wê li kolanan jî ev êrîşên nijadperest were kirin.”

Yalçin diyar kir ku komîsyona wan van êrîşan dişopîne û got “Em berê têkilî bi kesên êrişî wan hatine kirin re datînin. Derbarê êrîşê raporê amade dikin û belav dikin. Di qonaxa duyemîn de em tevlî pêvajoya lêpirsîn û dadgehê dibin. Ji bo êrîşkar werin darizandin em piştgiriyê didin.”

Yalçin bal kişand ser vî tiştî ku nijadperestî ne nexweşî ye û parçeyekî pergalê ye û diyar kir heke gav neyên avêtin dibe ku ev êrîş dîsa werin kirin.