Parêzer Temûr: 11'ê Tîrmehê ji bo rojnevanan hemûyan girîng e

Parêzer Resûl Temûr bal kişand ser rûniştina destpêkê ya 15 rojnamevanên girtî û got, "Ne tenê ji bo rojnamevanên Kurd, wê ji bo rojnamevanan hemûyan bibe mijareke girîng a diyarker."

Sala dawî di çar lêpirsînên cuda de 35 kedkarên çapemeniyê yên Kurd hatibûn girtin. Ji Hezîrana 2022'an û vir ve ji 16 rojnamevanên Kurd ên girtî genê Midûra Nûçeyan a JINNEWS'ê Safiye Alagaş hefteyên derbasbûyî di rûniştina destpêkê de hate berdan. 15 rojnamevanên mayî jî rûniştina destpêkê ya darizandina wan wê di 11'ê Tîrmehê de li Edliyeya li Amedê pêk were.

JI HER ALÎ VE ÊRÎŞ LI ÇAPEMENIYÊ TÊ KIRIN

Parêzerê rojnamevanan Resûl Temûr ji ANF'ê re axivî û got, ji ber rojeveke berfireh a hilbijartinê rojnamevan bi giranî bûn hedef. Resûl Temûr got, "Yek ji sedemên bingehîn ên êrîşa li ser çapemeniya Kurd ew e ku qadên alternatîf û yên karin rojevên cuda hilberînin, ji holê hatine rakirin. Çapemeniya neteweyî bi giranî hewl dide bike yek tîp. Lê belê medya Kurd li dijî yek tîpkirinê her tim li ber xwe da. Ji ber vê berxwedêriya xwe, desthilatdarî bi taybetî sala dawî ji bo karibe bi hêsanî tevbigere û têkildarî rojevê gotinên manîpulatîf bike, diviyabû çapemeniya Kurd bitepisîne. Dema ku mirov bala xwe didin ser 35 rojnamevanên hatin girtin, di nav de xebatkarên ajansan hene. Di heman demê de rojnamevan hene ku bernameyan ji televîzyonan re amade dikin. Her wiha Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê heye ku rojnamevanên Kurd xwe di nav de bi rêxistin kirine. Lewma destwerdanek li her qada çapemeniyê heye."

WÊ DIYARKER BE

Parêzer Temûr bal kişand ser rûniştina destpêkê ya 11'ê Tîrmehê ku 15 rojnamevan wê lê bêne darizandin û got, "Dosya 11'ê Tîrmehê ne tenê ji bo  rojnamevanên Kurd ên li Kurdistanê rojnamevaniyê dikin, her wiha ji bo her kesên li Tirkiyeyê karên rojnamevaniyê dikin wê bibe diyarker. Meseleya girtina rojnamevanên muxalîf Merdan  Yanardag jî biryarek encama asayîkirina polîtîkayên çapemeniyê yên zexta li ser rojnamevanên Tirk bû. Rojnamevanên Kurd ji ber nûçeyên xwe, zimanê ku bi kar tînin, tercîhnên edîtorî timî têne destgîrkirin û girtin. Mînak dema ku weke naveroka nûçeyê balê dikişînin ser tecrîdê, ev yek di gelek sûcdariyan de derdikeve pêşiya wan. Di vê mijarê de eger li hemberî rastiya tecrîdê helwesteke cidî hatibûya nîşandan, hingî nûçeyên bi vî rengî wê nehatibûna darizandin. Lewma ne tenê ji bo rojnamevanên Kurd, mijar ji bo rojnamevanên li Tirkiyeyê hemûyan girîng e. Ji ber vê yekê jî gelekî girîng e ku bi baldarî nêzî dosya rojnamevanên Kurd ên 11'ê Tîrmehê bibin û piştgirî ji rojnamevanên Kurd re bê dayin."