Parêzer Cemîle Tûrhalli: Tirkiye di mijara tecrîdê de sînoran nas nake

Parêzer Cemîle Tûrhalli diyar kir, avaniyeke îdarî ya ku hikumetê pêk tîne, qanûnan û biryarên dadgehê ji nedîtî ve tê, tecrîdê bi rêk û pêk dişidîne û got, "Tirkiye di mijara tecrîdê de sînoran nas nake."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê bi rengekî girankirî hatiye tecrîdkirin. Ji bo dawî li tecrîdê bê anîn û Ocalan karibe malbat û parêzerên xwe bibîne, girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê 168 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Hiqûqnas Cemîl Tûrhalli li ser tecrîdê û greva birçîbûnê ya li girtîgehan ji ANF'ê re axivî.

Parêzer Tûrhalli bi bîr xist, li gorî destûra bingehîn û qanûnê Tirkiyeyê, her wiha li gorî peymanên navneteweyî yên ku Tirkiyeyê mohra xwe daniye binî, mafê hikumxwaran e ku bi rêk û pêk parêzer û xizmên xwe bibîne û got, "Hevdîtina hikumxwaran a bi parêzeran re li gorî girtiyan sînorkirî jî be, di mewzûatê de hatiye destnîşankirin ku mafê hikumxwaran e her roj karibe hevdîtinê bike, heftane karibe malbata xwe bibîne. Eger mirov biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bînin bîra xwe ku tespît kir ku mafên birêz Ocalan têne binpêkirin, hingî eşkere dibe ku Tirkiye hem destûra xwe ya bingehîn, hem qanûnên xwe, hem peymanên navneteweyî yên ku mohra xwe daniye binî, hem jî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn binpê dike."

'BIRYARA ASTENGKIRINA HEVDÎTINÊ BIRYAREKE WEZARETA EDALETÊ YE'

Tûrhalli diyar kir ku biryara astengkirina hevdîtinê ew biryar e ku ji aliyê Wezareta Edaletê ve hatiye dayin û axaftina xwe wiha dewam kir, "Eşkere ye, avaniya ku hikumetê pêk tîne, berevajî qanûnên xwe û biryara dadgehê tevdigere û biryarên berevajî vê yekê pêk tîne. Li gel kiryara neyînî ya îdarî pratîkî, ev rewş di heman demê de li dijî qedexekirina cihêkariyê ye. Qanûn ji bo her kesî wekhev e, her qanûna ku bi rengekî wekhev bi cih neyê anîn dibe cihêkarî. Nêzîkatiya hikumeta heyî ya li pirsgirêka Kurd ji polîtîkaya 100 sal in tê meşandin cuda nîne.

Abdullah Ocalan destnîşan dike ku dixwaze vê pirsgirêkê ne bi rêbazên mîlîtarîst û şer, lê belê bi lihevkirina aliyan û aştiyê çareser bike û vê alternatîfê timî dide pêş. Ji xwe di dema ku jê re pêvajoya çareseriyê dihate gotin û hingî bêhn hate ber civakê, gotin û pêşniyarên wî yên ji bo çareseriyê ji aliyê hikumetê jî hatin bilêvkirin. Vê yekê hin derdor, hin hêzên ku şer weke tercîha destpêkê dibînin aciz kiribû. Ev derdora niha weke cemaetê hatibe pênasekirin jî, pirsgirêk ew e ku ev derdor hîn jî bi hikumetê re di nava tifaqê de ye."

'PÊŞNIYARÊN CPT DIYARKER IN'

Tûrhalli bal kişand ser Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ku têkildarî tecrîda li Îmraliyê rapor amade kir û got, "CPT mekanîzmayeke li derveyî dadgeriyê ye ku ji bo parastina mafên mirovan ji aliyê Konseya Ewropayê ve di sala 1987'an de hate avakirin. Biryarên CPT di asta pêşniyarê de ne. CPT, piştî serdanên li dwletên endamên konvansiyonê, îdîayên têkildarî kiryarên xerab, bi hevdîtina bi kesên ku ji aliyê dewletê ve hatine girtin, lêkolîn dike, tespît dike.

Piştî her serdanê jî li ser encamên lêkolînên xwe bi rengê pêşniyarê raporekê amade dike û bi destûra dewletên endam vê raporê bi raya giştî re parve dike. Lewma, Tirkiye weke endameke Konseya Ewropayê, weşandina vê biryarê qebûl dike ku biryarên hatiye dayin ji bo wê jî diyarker e. Di vir de jî em dibînin ku Tirkiye sozên li ser mafên bingehîn dane bi cih nîne."

'TIRKIYE FERASETA XWE YA NAVXWEYÎ BI CIH BÎNE JÎ WÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE'

Tûrhalli hişyarî da ku Tirkiye ji ber sedemên siyasî û kêfî, pêşniyar û nêrînan ji nedîtî ve tê, xwe li derveyî sîstemê dihêle û got, "Qedexeya kiryarên xerab ên têkildarî mafên mirovan, ji aliyê peymanên mohrkirî û pîvanên gerdûnî yên hiqûqê ve nabe bibe mijareke bazarê. Qedexekirina êşkence û kiryarên xerab yekane maf e ku ji aliyê pratîka mafên mirovan ve di nava çend sed salên dawî de nehatiye astengkirin. Lewma ti biryar û pratîka ku pêşî li vî mafî digire nayê qebûlkirin.

CPT di rapora xwe de ji Tirkiyeye xwest ku dawî li vê pratîka xwe ya îdarî bîne û vê yekê jî bi rengekî qanûnî ewle bike. Divê em zanibin ku biryarên CPT bi giranî biryarên di asta tespît û pêşniyarê de ne. Lewma li hemberî dewletên endam ên ku ev pêşniyar bi cih neanîne û dawî li binpêkirina mafên mirovan neanîne, biryareke pêkanînê ya navneteweyî nîne ku yekser bi cih bê anîn. Ji xwe eger Tirkiye li gorî qanûn û feraseta xwe ya navxweyî tevbigere, ev binpêkirin ji xwe wê bi dawî bibe."

'TECRÎD BINPÊKIRINEKE GIRAN A MAFÊN MIROVAN E'

Tûrhalli got, "Tecrîd kiryareke xerab e, lewma binpêkirina qedexekirina êşkenceyê ye" û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Astengkirina hevdîtina hikumxwarekî ya bi parêzer û xizmên xwe re ku em vê weke tecrîdê binav dikin, binpêkirineke giran a mafên mirovan e. Bicihanîna mafekî destûra bingehînî, wezîfeya destûra bingehînî ya otorîteyên îdarî hemûyan e. Divê neyê jibîrkirin ku bicihanîna vê wezîfeyê, ji bo ragihandina fikir û daxuyaniyên Abdullah Ocalan ên ji bo aştiyê ku di pêvajoya çareseriyê de danî pêş û ji bo vegera li atmosfereke aştiyane, wê firsendeke nû pêşkêş bike. Greva birçîbûnê jî ji bo girtiyên siyasî daxuyaniyeke fikrî ye ku bi vê rêyê daxwazên xwe ji otorîteya îdarî re radigihînin.

Ji xwe di greva birçîbûnê de girtiyên ji derfetan bêpar, bedena xwe datînin ber birçîbûnê û bi vê sekna polîtîk daxwazên xwe tînin ziman. Çalakiya ku mirov yekparebûna xwe ya madî û manewî dixe nava metirsiyê, bi dîtina rewatiya vê çalakiyê dikare krîz ji holê bê rakirin. Eger daxwazên girtiyan ne daxwazên şexsî bin, daxwazên ji bo mafekî rewa yê siyasî û destûra bingehînî bin, wê demê divê sedemên destpêkirina vê çalakiyê ji holê bên rakirin. Ya ku tê xwestin ew e ku Tirkiye destûra xwe ya bingehîn, qanûnên xwe bêyî cudahiya fikrî û nasnameya polîtîk ji bo her kesî bi rengekî wekhev bi cih bîne."