Parêzer Benkhelîfa: Drone amûra kuştina bêdaraz a dewleta Tirk e
Parêzer Selma Benkhelîfa êrîşên dewleta Tirk ên bi balafirên şer ên bombebarkirî bi serdanên li Mexmûr û Şengalê ji nêz ve lêkolîn kir û got, drone amûrên kuştina bêdaraz e.
Parêzer Selma Benkhelîfa êrîşên dewleta Tirk ên bi balafirên şer ên bombebarkirî bi serdanên li Mexmûr û Şengalê ji nêz ve lêkolîn kir û got, drone amûrên kuştina bêdaraz e.
Sê parêzerên Belçîkayî ku parêzer Selma Benkhelîfa jî di nav de bû, par meha Tebaxê ji bo lêkolînkirina êrîşên dewleta Tirk ên bi droneyan çûn Şengalê û kampa penaberan a Mexmûrê. Bi belgeyan piştrast kirin ku dewleta Tirk bi êrîşên droneyan zerar da sivîlan û cihê sivîlan. Benkhelîfa li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.
Benkhelîfa got, "Di Tebaxa 2022'an de ji bo lêkolînkirina êrîşên bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî me serdana Şengalê û kampa penaberan a Mexmûrê kirin. Li Şengalê em çûn gelek gundên Êzidiyan. Êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Êzidiyan êrîşên nijadperestî bûn. Dema em li qadê jî bûn droneyên Tirk li hewayê digeriyan.
Êzidiyan qala fermanê dikirin. Bi zimanê wan ev yek tê wateya qirkirinê. Ji wan hebû ku êrîşa DAÎŞ'ê fermana dawî ye. Lê belê Êzidî êrîşên dewleta Tirk ên bi balafirên bêmirov jî weke fermanê pênase dikin. Vê yekê weke hilanîna tola DAÎŞ'ê pênase dikin.
Me serdana malbatên mexdûrê van êrîşan kirin. Dewleta Tirk ji xwe li her derê eşkere dike ku ew van êrîşan dike. Dema ku mirov diçin wê derê dikarin delîlan peyda bikin ku droneyên Tirk e. Lê belê pirsîna 'Ew drone yên Tirk e yan na' pirs bi xwe jî nîne. Ji ber ku dewleta Tirk bi daxuyaniyên xwe êrîşan piştrast dike. Vê yekê di bin navê 'têkoşîna li dijî PKK'ê de dike.
Mînak êrîş birin ser konvoyeke ji wesayitan, di konvoyê de berpirsyarekî Êzidî hebû. Piştî bi rojekê ji bo misoger bike ku yên birîndar hatine kuştin, bombe li nexweşxaneyê barandin.
Li Şengalê me hevdîtin bi dikandaran re kirin. Bi malbatên ku di êrîşan de mirovên wan hatin qetilkirin, hevdîtin kirin. Di van êrîşan de her carê mirovên sivîl hatin kuştin."
Benkhelîfa anî ziman ku piştre wan serdana kampa penaberan a Mexmûrê kirin û got, "Ew der jî kampeke penaberan e ku mirovên li Tirkiyeyê gundên wan hatine şewitandin û ji ber zextê koç kirine lê dimînin. Bifikirin, ji dewleta Tirk reviyan û xwe li Saddam Huseyîn girtin. Wê demê dewleta Tirk ji Saddam hîn bêhtir xedar e, hîn bêhtir bêrehm e. Tî û birçî man heta ku Saddam Huseyîn çolek da wan. Mirovan ew çol veguherandin qada jiyanê. Ew mirov li wê derê bi nasnameyên Komîseriya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî dimînin. Niha ji yên li wir ji dayik bûn gelek jenerasyon ava bû. Mirovên li wir ji dayik bûn û mezin bûn nasnameyeke xwe nîne, bêwelat in. Erdogan wê derê weke 'hêlîna terorê' pênase dike. Ev kampa penaberan jî bi rêk û pêk dibe hedefa êrîşên bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî.
Li gorî agahiyên ku me ji mirovên li wê derê wergirtî, jineke extiyar a 70 salî ya ku heywanên xwe diçêrand bû hedefa êrîşa droneyê.
Li gorî mejiyê dewleta Tirk her kesên li vê derê PKK'yî ne. Lê belê heta niha delîlek nîne ku nîşan bide li vê kampê kesek li hemberî dewleta Tirk şer kiriye, êrîşî dewleta Tirk kiriye.
Di qanûnên navneteweyî de nabe ku welatekî êrîşî bibe ser xaka welatekî din."
Benkhelîfa diyar kir ku Êzidiyên bûn hedefa DAÎŞ'ê ji bo xwe biparêzin hêzên xwe yên çekdar ava kirin, li dijî DAÎŞ'ê têkoşiyan û got, "Lê belê vê hêza çekdar ti carî êrîşî dewleta Tirk nekir. Ji sînorê Tirkiyeyê gelekî dûr in, li ser sînorê Sûriyeyê ne. Lewma ti eleqeya van êrîşan bi mafê xweparastinê re nîne.
Berevajî vê yekê êrîşên dewleta Tirk ên bi balafirên bêmirov binpêkirina qanûna 'Nabe ku mirov bêdaraz bêne qetilkirin' a Neteweyên Yekbûyî ye. Ji ber ku ya ku dewleta Tirk dike kuştina bêdaraz e.
Dewleta Tirk di salên 1980 û 1990'î de kuştinên bêdaraz kir, mirov revand û kuşt. Niha van kuştinên bêdaraz bi droneyan dike. Berê bi çekê dikir, niha jî bi droneyan dike. Ya ku fermana vê dide dewlet e lê belê yê ku wê amûrê bi kar tîne kesek e. Kesek li ser kompûterê mirovan dişopîne û dikuje. Mîna lîstikekê.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirk de tê gotin ku li gorî agahiyên MÎT'ê tê kirin. Yê ku fermana kuştinê dide MÎT e. MÎT wêne û agahiyên li ser wan mirovan dide, li kompûteran bi cih dike. Drone jî wan mirovan dikujin. Lê belê gelek caran şaşitiyê dikin, carna zarokekî, carna jineke extiyar dikujin.
Rêxistinên mafên mirovan jî dema sivîl têne kuştin daxuyaniyê didin. Lê belê kesek daxuyaniya kuştina 'terorîstekî' nade. Em bibêjin ew kes terorîst jî be nabe ku ew mirov bi rengekî bêdaraz bê kuştin. Bêyî ku bê girtin, dadgeh bê kirin, bê lêpirsîn, pêvajoya hiqûqê bê kirin kes nikare weke terorîst bê sûcdarkirin û ew mirov bê kuştin.
PKK'yî jî be nabe ku ev bê kirin, li dijî hiqûqê ye. MÎT dadgerî nîne, hiqûq nîne. Li Tirkiyeyê qaşo cezayê darvekirinê nîne, cezayê kuştinê nîne. Lê belê ev yek darvekirin e, cezayê kuştinê ye. Têkildarî rakirina cezayê îdamê peyman hatiye îmzekirin, lê belê îdamê dikin. Hiqûq, dadgerî, dadgeh biryarê nadin. Hin mirovên di nava MÎT'ê de biryarê didin û ji kesekî li ser kompûterê dibêje tune bike, drone jî tune dike."
Benkhelîfa diyar kir ku wan xwestin têkildarî mijarê serî li Dadgeha Mafên Mirovan bidin û got, "Lê belê ew ji me re dibêjin piştî rêyên hiqûqî yên navxweyî yên li Tirkiyeyê qediyan dikarin serî lê bidin. Lê belê mexdûr welatiyên Tirk nînin, li wir nikarin dozê bidin destpêkirin.
Li Tirkiyeyê di sala 2014'an de qanûnek hate derxistin, li hemberî MÎT'ê doz nikare bê vekirin. Dema ku parêzer Tahîr Elçî hate kuştin em gelekî bi bandor bûn. Li dijî Wezareta Parastinê doz hatibû vekirin.
Ji bo Êzidiyan nepêkan e, tu wî parêzerî jî dike hedef. Û em zanin ku wê bi rengekî neyînî bi encam bibe, ji ber ku dewleta Tirk di vê mijarê de wê darizandinê neke.
Rêya duyemîn jî serlêdana li Neteweyên Yekbûyî ye. Ev yek jî ji aliyê dewletekê ve dikare bê kirin. Mînak, Iraqê têkildarî êrîşeke ku di encamê de sivîlên Ereb hatin kuştin serî li Neteweyên Yekbûyî da, lê ji bo Kurdan vê yekê nake.
Ji bo mexdûrên Mexmûrî me serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî dan. Lê belê hîn jî bersiv nîne. Neteweyên Yekbûyî bibêje nabe ev êrîş bêne kirin, di rewşeke bi vî rengî de jî pêkanînek nîne. Heta ku li ser hikumetan atmosfereke zexteke polîtîk nebe guhertin nabe."