Di 8’ê îlonê de li Mannheîm di 20’emîn Mîhrîcana Çandê ya Navneteweyî de otobusa ‘Ji bo Ocalan Azadî’ bi rê ket û piştî Danîmarkayê sibê jî dê bigihêje bajarê Kîel a Almanyayê. Kurdên li Kîel dijîn ji bo otobusê pêşwazî bikin, hemû amadekariyên xwe temam kirine.
Tura otobusa ‘Ji bo Ocalan Azadî’ ya Ewropayê didome. Piştî Swêd û Denmarkê otubus ji sibê şûnde dê bajarên herî mezin yên Almanyayê bigere.
Rawestegaha otobusê ya bajarê yekemîn yê Almanyayê paytexta Kîel a eyaleta Schleswîg-Holsteîn e. Hemû amadekariyên Komeleya Kurd a bajar diyar kirin ku amadekariyên xwe bi dawî kirine. Otubus sibê dê li Rensburgê bê pêşwazîkirin û dê derbasî bajarê Kîel bibe.
Pitşî tura bajar dê li Asmus Bremerplatzê saet di navbera 12.00-17.00’an de bernameya çandê bê lidarxistin.
Di vê navberê de heyeta otubusê dê bi sendîka, nûnerên partî, saziyên civaka sivîl re hevdîtinan pêk bînin. Heman rojê dê li komeleya kurd a Kîel civîna gel pêk bînin. Piştre dê biçin taxa Methonof a kurd lê dijîn.
Bi giştî tê plankirin ku otubusa Ji bo Ocalan Azadî dê li 8 welatan û 69 bajarî bigere. Di 20’ê îlonê de jî dê biçe Berlîsê. Saet di 14’an de jî dê li deriyê Branburgê mîtîngê pêk bînin.