Otobusa rêwiyan a ku bi daxwaza “Ji Ocalan re Azadî” di 8’ê Îlonê de ji bajarê Almanya Mannheimê bi rê ket, roja yekşemê xwe gihand paytexta Denmark Kopenhagê. Otobûs ji aliyê bi sedan Kurdistaniyan ve hate pêşwazîkirin.
Otobûsa “Ji Ocalan re Azadî”, roja şemiyê ji Swêdê ber bi Denmarkê ve hate oxirkirin û di 16’ê îlonê roja yekşemê de gihişt balefirgeha Kastrup a Denmarkê.
Otobûs ji aliyê karwanek ji zêdetirê 120 wesayîtan pêk dihat ve hate pêşwazîkirin û girseya li Qada Rådhusplads a Kopenhagê kom bû, bênavber dirûşim ji bo Ocalan berz kirin. Ji berdevkên Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî Leif Bork Hansen ji girseyê re axivî û diyar kir k tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin.
Piştre Serokê Konfederasyona Komeleyên Kurd ên Ewropayê (KON-KURD) Îsmet Kem axivî û diyar kir ku azadiya Ocalan, azadiya gelê Kurd e. Kem banga xurtkirina têkoşînê li gelê Kurd û dostên wan kir. Piştî axaftina Kem, girseyê li ber stranên Hozan Şemdîn govend gerand.
Piştre, otobus j ibo beşdarî civîna gel a li bajarê Ishøjê bibe, careke din bi rê ket. Di civîna gel a ku nêzî 350 kes têde amade bûn de Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş û Serokê KON-KURD’ê Îsmet Kem weke axaftvan beşdar bûn. Demîrbaş destnîşan kir ku rejîma AKP’ê dixwaze legalîteya Kurdan marjînal bike û bi bîr xist ku ji doza KCK’ê ji wî re 35 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Demîrbaş diyar kir ku bi vî awayî riya çiyê nîşanî Kurdan didin.
Demîrbaş detstnîşan kir ku tu projeyên çareseriyê yên hukûmeta AKP’ê ji bo pirsgirêka Kurd tune ye û bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan.
Çalakgeran şeva xwe li Kopenhagê borandin. Dê îro ber bi bajarê Kîel ê Almanyayê ve bi rê bikevin.