Otobusa Ji Ocalan re Azadî ji Berlînê veqetiya

Otobusa Ji Ocalan re Azadî ji Berlînê veqetiya

Otobusa “Ji Ocalan re Azadî” ku du hefte ne li welatên Ewropayê digere, li paytexta Almanyayê Berlînê bû. Otobus dîsa ket ser rê. Otobus li ber deriyê dîrokî û turîstîk ê Brandenburgê park kir, li wir li rastî eleqeyek mezin hat.

Otobusa ji Ocalan re Azadî ya ku dê li 8 welat û 79 bajarên Ewropayê bigire, tûra xwe ya li Berlînê qedand. Otobus piştî Swêd û Denmarkê gihişt Almanyayê. Piştî bajarê Kîel, Magdeburg û Halle gihişt paytexta Almanya Berlînê. Otobus îro li ber deriyê dîrokî û turîstîk ê Brandenburgê park kir, li wir li rastî eleqeyek mezin hat.

Kurdistaniyên li Berlînê çûn serdana çalakgerên otobusê, her wiha li vir stadên agahdarkirinê hatin danîn û ji bo azadiya Ocalan îmze ji turîst û Almanan hati berhevkirin. Li qadê alên Kurdan û posterên Ocalan hatin vekirin, qad jî ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin.

Çepgirên Alman û penaber jî hatin serdana çalakgeran û piştre otobus ber bi bajarê Potsdam ê ku nêzî Berlînê ye ve bi rê ket. Otobus dê sibê bi karwaneke dirêj re ber bi Hamburgê ve bi rê bikeve û dê saet di 12.30 de li Hamburgê dest bi tûra bajêr bike û dê li semta Sternschanze mitîng li dar bixin.