Otobusa Ji Ocalan re Azadî, gihişt Swêdê

Otobusa Ji Ocalan re Azadî, gihişt Swêdê

Gera otobûsê ya ku bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşima “Ji Ocalan re Azadî” di 8’ê Îlonê de ji bajarê Mannheima Almanyayê dest pê kir, roja çarşemê gihişt bajarê Helsinborga Swêdê.

Otobus li Qada Knutpuntê ya Helsinborgê bi coşeke mezin ji aliyê Kurdistaniyan ve hate pêşwazîkirin. Hunermend û rewşenbîrên di otobûsê de, şeva xwe li Helsinborgê bi Kurdistaniyan re derbas kir. Beşdarên çalakiyê di saetên êvarê de li Komeleya Jinên Kurd a Navneteweyî ya Helsinborgê li hev civiyan û der barê kampanyayê de agahî dan. Gera otobusê, dê di 13’ê Îlonê roja pêşşemê bpiştî xwepêşandana dê saet di 10.00 de li Qada Stortergetê bê lidarixstin, biçe Goteborgê. Piştî xwepêşandana dê saet di 15.30 de li qada Gustav Aldof a Goteborgê bê lidarxistin, dê saet di 19.00 de beşdarî civîna gel a li Komeleya Jinên Kurd a ji bo Entegrasyonê ya li Goteborgê bibin.

Hat diyarkirin ku otobus dê piştre biçe bajarên Gävle û Uppsala beşdarên çalakiyê dê li van bajaran beşdarî xwepêşandanan bibin. Xwepêşandana li Gävleyê dê 14’ê îlonê roja înê saet di 13.00 de li qada Stortorget Meydanında, û ya li Uppsalayê jî dê di heman rojê de saet di 16.00 li Qada Vaksala li dar bikeve. Çalakgerên otobusê dê 15’ê îlonê roja şemiyê saet di 17.00 de beşdarî 16’emîn Mihrîcana Çandî ya Kurdan a li Îskandinavya ya ku dê li Sonla Hallenê bê lidarxistin bibin.