Operasyonên dijî-xwendekaran: 90 kes hatin binçavkirin

Operasyonên dijî-xwendekaran: 90 kes hatin binçavkirin

Rejîma AKP’ê îro li Stenbol û Enqereyê bi ser mala xwendekarên Tibê de girti û 90 xwendekar binçav kirin. Di 6 rojên dawî de 98 xwendekar ji aliyê rejîmê ve hatin binçavkirin.

Îro di saetên serê sibê de li Enqere, Stenbol, Amed, Kirikkale û Mêrdînê di encama serdegirtina malan de 90 xwendekarên hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku xwendekar endamên Komîsyona Xwendekaran a SendÎkaya Kedkarên Tendurisityê û endamÊn baskê xwendekarên Tipê ya TTB’ê ne. Ji ber ku biyara veşarî da dosyayê der barê operasyonê de agahî nehat girtin.

Kesên li enqereyê ji mal û yurdan hain binaçvkirin wihane; Zulkuf Akelma, Azad Ozdemîr, Ahmet Karer Yurttaş, Hakan Altındag, Eren Îlhan, Mustafa Karakurt, Denîz Topçu, Ozgur Mert Bakar, Recep Kar, Perîşan Akar, Ahmet Demîrel, Tuncay Gokcen, Suheyla Ertaş, Alev Boz, Bîrhat Şîmşek, Esat Yetkîn, Şeyhmus Ergîn, Gulçîn Korkut.

Xwendekar Fuat Akgul (stenbol) Mehmet Budak(Amedê) hatin binçavkirin jî dibin Enqereyê. Ji xwendekar Sedat Yildirim, Danyal Serhat Gumuş, Fatîh Sultan Akinci û Mehmet û Nuretînên ku paşnavê wan nayê zanîn jî agahî jê nayên girtin.

DI 6 ROJAN DE 98 BINÇAVÎ

Li gorî qeydên ANF, di nava 6 rojan de 98 xwendekar hatine binaçvkirin. Her wiha di meha gulanê de 127 xwendekar hatin binçavkirin û bi giştî di 3 mehên dawî de 340 xwendekar hatin binçavkirin.

DI SÊ MEHAN DE 340 BINÇAVÎ

Di mehên borî de jî weke meha gulanê, bi dehan xwendekar hatin binçavkirin û girtin. Di 29’ê gulanê de li Antalyayê 4 xwendekar, li Dêrsimê 9 xwendekar hatin binçavkirin û ji vana 3 xwendekar hatin girtin. Di 22’ê gulanê de jîli Qersê xwendekarek dibistana amadeyî, di 19’ê gulanê de li Çanekaleyê 6 xwendekarên zanîngehê û xwendekarek amadeyî, hatin binçavkirin. Di 15’ê li Balikesîrê 11 xwendekar hatin binçavkirin û ji vana 7 kes hatin girtin. Di 14’ê gulanê de jî li Stenbolê 2 xwendekar hatin binçavkirin.

Di 10 rojên destpêka meha gulanê de herî kêm 88 xwendekar hatin binçavkirin û di mehekê de bi giştî 127 xwendekar hatin binçavkirin. Lê tê texmînkirin ku hejmara wan zêdetir e. Dîsa, li gorî bîlançoya ANF’ê, di meha nîsanê de 116, di adarê de jî nêzî 100 xwendekar hatibûn binçavkirin. Ev yek jî nîşan dide ku her ku diçe zextên li ser xwendekaran zêdet dibin. Tenê di nîsanê de ji bo 29 xwendekaran 346 sal cezayê girtîgehê hatin xwestin.

LI CIHÊ POLÎS LÊ NEYÎ, RÊVEBERIYA ZANÎNGEHÊ HEYE!

Li cihê ku kêmbûn û valahiya polîsan hebe, rêveberiyên zanîngehan zextan li xwendekarna dikin. Li Zanîngeha Mustafa Kemal (MKU) di demên dawiyê de rêveberiyê zanîngehê lêpirsîn li hemberî 200 xwendekarên ku mafên xwe yên demokratîk bi kar anîne, dan destpêkirin. Ji vana 54 xwendekar ji bo salekê ji zanîngehê hatin dûrxistin. 9 jê ji zanîngeh û YOK’ê hatin avêtin. Di 3’ê gulanê de faşîstênTirk êrîşê xwendekarên Kurd û muxalîf kirin, lê 100 xwendekarên Kurd û muxalîf ên mexdûrên êrîşê li rastî lêpirsînên rêveberiya zanîngeh û polîsan hatin.