Operasyon qirkirina siyasî ya li hemberî DBP’ê hate protestokirin

Rêxistinên DBP û HDP’ê ên bajêr û rêxistinên demokratîk êrîşên qirkirina siyasî protesto kirin.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gel (HDP) ya Dêrsîmê bi armanca protestokirina girtina Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevserokê Amedê Hayrettîn Altun, li kolana Hunerê hatin ba hev. Girse li vir daxuyaniyek kurt da û nûnerên partiyên siyasî ên li bajêr jî piştgirî dan çalakiyê.

‘EM Ê BI HÊZA XWE YA RÊXISTINKIRÎ ENCAMÊ BISTÎNIIN’

Hevserokê DBP’ê yê bajêr Mûrat Polat di daxuyaniyê de axivî û got, “Em her tim li hemberî operasyonên siyasî têkoşiyan. Bi dîlgirtina me re, fikirîn ku em ê gav paş ve biavêjin. Li ser operasyonên xwe yên qirkirina siyasî yeka din zêde kirin. Bi salan in encam negirtin. Em operasyonên ku tên kirin, bi tundî şermezar dikin. Hêza me ya rêxistinkirî di hilbijartinên pêşiya me de jî erkê xwe pêk bîne. Em ê operasyonên li hemberî hêza rêxistinkirî a gelê Kurd, hêzên sosyalîst û hêza rêxistinkirî ya jinan qebûl nekin. Li hemberî polîtîkayên şer, mirinên li girtîgehan û zextên siyasî wê têkoşîna me bidome.”

Polat, qurbaniyên Komkujiya Roboskî bi bîr anî û wiha got, “Em dizanin ku di Komkujiya Roboskî de Serokwezîrê demê Recep Tayyîp Erdogan li ser gotinên xwe nesekînî, kiryar eşkere nekir, kujer hesab neda û bi vê yekê re hewl da li ser komkujiyê bigire. Em kesên hatine qetilkirin, bi rêzdarî bi bîr tînin û diyar dikin ku  em ê heta dawî ji bo eşkerekirina kujeran têbikoşin.”