Bernaneya Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) di çarçoveya kampanya “Ne kuştin çareserî, ne şer muzakere" de fînala bi navê “Hevdîtina aştî û wekheviyê" da destpêkirin. Di civînê de Parlementerê BDP'e yê Stenbolê û Endamê Rêveberiya HDK'ê Sirri Sureyya Onder anî ziman ku, kesên aştiyê nexwaze wê demê şer dixwazin û wiha got: "Li hemberî Birêz Ocalan bi pêkanînên cûdakarî û bê hiqûqî gelek tê biçûk kirin û bê rûmet kirin.”
Bernaneya Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) di çarçoveya kampanya “Ne kuştin çareserî, ne şer muzakere" de fînala bi navê “Hevdîtina aştî û wekheviyê" li salona Restoranta Vişne bi tevlîbûna delegeyên 81 bajaran destpê kir.
Di civînê de parlementerên BDP'ê û endamên Lijneya Rêveberiya KCD'ê Ertugrul Kurkçu, Sirri Sureyya Onder û gelek kesên din jî amade bûn. Di civînê de pankartên "Gel aştiyê dixwaze" û "Gel edalet û biratiyê dixwaze" vekir. Ewil Parlementerê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder diyar kir ku, li Tirkiyeyê tundî di siyasetê de serdeste û wiha got: "
'KESÊN AŞTIYÊ NEXWAZIN ŞERXWAZIN'
Onder da zanîn ku, armanca wan ya sereke ya vê civînê dê çawa aştiyê pêş bixin û wiha got: "Divê em dîsa dubare bêjin ku kesên aştiyê diparêzin çareseriyê diparêzin, kesên aştiyê naparêzin û ji bo aştiyê nekevin nava hewldanan ew alîgirê şer û şerxwazin. Çend roj berê 32'emîn salvegera 12'ê Îlonê bû. Em dibînin ku hêj feraset û nêzîkatiya li hemberî çareseriyê nehatiye guhertin."
‘NÊZÎKATIYÊN LI HEMBER BIRÊZ OCALAN BÊHURMETIYA LI HEMBER GELE'
Onder bilêv kir ku, bi muzakereyan gihiştin asta çareseriyê û wiha berhdewam kir: "Bi hevdîtinên Oslo derket holê ku dewlet çiqas ketiye nava tengasiyê. Bi van muzakereyan her tişt aşkere bû. Nêzîkatiya li hemberî Birêz Ocalan bêhurmetiya li hemberî gele. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş bi Serokwezîr Erdogan re hevdîtin kir. Hate dîtin ku hikûmeta AKP'ê li dijî diyalog û muzakereyan bi israre teqez muzakereyan red dike.
Dê 5-10 sal şûnde hikûmet ji ber van pêkanînê xwe yên li dijî hiqûqê hesap bide. Li welatê ku 72 milyon şêniya wê heye, Birêz Ocalan ku 13 salin li Îmralî di bin tecrîda giran de tê girtin, rastî bêhiqûqiyek mezin tê. Di şexsê Birêz Ocalan de li dijî gelê Kurd bêhurmetî tê kirin. Di şexsê Birêz Ocalan de gel biçûk têxistin. Ambargoya li ser Îmralî ne pirsgirêka teknikî ye. Pirsgirêka hiqûqî û siyasî ye. Ev plan tê kirin.