Parlementerê BDP'a Stenbolê Sirri Sureyya Onder der barê komkujiya Roboskiyê de wiha got: "Bila di navbera xwe de li hev bikin. Em hejmara çavkaniya milî bizanibin û rehet bikin. Li vir xapandinek heye. Ev telaşa nixumandina sûcê Roboskiyê ye lê xêliya wan têrî nake. Heke lingên wê binixumînin, serê wê, heke serê wê binixumînin jî lingê wê li derve dimîne."
Parlementerê BDP'a Stenbolê Sirri Sureyya Onder tevî xwendekaran li TBMM'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Onder di civînê de diyar kir ku li ser ciwanan zextekî pir mezin tê meşandin û dema girtina sektorel dest pê kiriye. Onder destnîşan kir ku xwendekarên zanîngehê, rojnameger, sendîkavan, siyasetmedar û şaredar tên girtin û bibîr xist ku xwendekarên derbarî Kurecîka Meletî ku dixwazin mertala fuzeyan tê avakirin, hestiyar in rastî cezayan tên. Onder wiha got: "Kurecîk cihekî ku parlementer, Serfermandar, Serokwezîr û Serokomarê vî welatî nikare bikeve, ye. Ji bo xetereyekî ku me têkîldar nake, hatiye çêkirin."
Onder balkişand ser nûçeyên ku dibêje MÎT'ê piştî rojek agahî ji komkujiya Roboskiyê digire û wiha got: "Bila di navbera xwe de li hev bikin. em hejmara çavkaniya mîlî bizanibin û rehet bikin. Li vir xapandinek heye. Ev telaşa nixumandina sûcê Roboskiyê ye lê xêliya wan têrî nake. Heke lingên wê binixumînin, serê wê, heke serê wê binixumînin jî lingê wê li derve dimîne."
Xwendekaran piştî Onder mafê axaftinê girtin û da zanîn ku ji ber çalakiyên li hemberî Kurecîkê li dar xistine derbarî wan de doz hatiye vekirin û ji bo rûniştina ku dê sibê pêk were banga beşdarbûn û piştgiriyê kirin.