Omer Farûk Halakû bû Berpirsê Îdarî yê Meclîsê yê DEM Partiyê

Di encama hilbijartina li DEM Partiyê hat kirin de, Parlamenterê Çewlîgê Omer Farûk Halakû weke Berpirsê Îdarî yê Meclîsê yê nû hat diyarkirin. Parlamenterên partiyê di civînê de hem rojeva siyasî ya navxweyî û hem jî geşedanên li herêmê nirxandin.

Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo diyarkirina Berpirsê Îdarî yê Meclîsê li navenda giştî kombûn.

Di civîna ku bi tevlîbûna Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan pêk hat de, parlamenterên partiyê hem rojeva siyasî û hem jî mijarên girîng ên di çarçoveya xebatên meclîsê de nîqaş kirin.

Di civînê de mijarên wekî, azadiya fizîkî ya Rêber Apo, qanûnên ku di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li meclîsê bên destgirtin û geşedanên li Rojhilata Navînê hatin nîqaşkirin. Her wiha di civînê de krîza aborî û xîzaniya li Tirkiyeyê û xebatên ji bo 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê jî hat nîqaşkirin.

Her wiha parlamenteran li ser aloziya di navbera DYE û Îsraîl û Îranê de, pêşketinên li Rojhilata Navîn û rewşa siyasî ya herêmê nêrînên xwe parvekirin.

Piştî nirxandina rojevê ji bo hilbijartina Berpirsê Îdarî yê Meclîsê sindoq hat danîn û parlamenteran deng da.

Parlamenterê Mêrdînê George Aslan, Parlamentera Colemêrgê Oznur Bartin, Parlamentera Wanê Gulderen Varli, Parlamenterê Bedlîse Huseyîn Olan û Parlmaneterê Çewligê Omer Farûk Hulakû bûn namzet.

Di encama dengdayinê de Parlamenterê DEM Partî yê Çewligê Omer Farûk Hulakû bû Berpirsê Îdarî yê Meclîsê.