OHD û MHD: Darbe li hilbijêr û parlamentê hat kirin!

OHD û MHD’ê nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP’ê dan û gotin: "Ev, darbeyeke li dijî vîna hilbijêr û parlementê ye. Ev yek, dijberiya hiqûq û edaletê ye." Di daxuyaniyê de daxwaz hate kirin ku parlamenter bên berdan.

Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD), têkildarî qirkirina siyasî ya li ser Partiya Demokratîk a Galan (HDP) daxuyaniyek havpar dan.

'HÊVIYA JIYANA BI HEV RE KÊM DIKE'

Di daxuyaniya nivîskî de wiha hate gotin: "Welatê me di destê desthilatdarekî bê wijdan de ye ku ji mirovahiyê dûr e. Piştî HDP'ê di hilbijartina 7’ê Hezîranê ji sedî 13 ê dengan bi dest xist û bi 80 parlamenteran ket meclîsê, xeyalên serokatiyê yên AKP'ê li ber avê çû. Li ser vê yêkê Erdogan bi çavsorî êrîşî bajarên Kurdan kir û ji bo hemû sûcên dij mirovahiyê xuya neke êrîş bi ser çapemeniyê û di dehan TV û rojname girt."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ev yek darbeyeke li dijî vîna hilbijêr û parlementê ye. Li dijî hiqûq û edaletê ye. Bi girtina 5 parlementerên jin bê tehmûliya li dijî siyaseta jinê dide nîşandan. Hêvî û pêşeroja welat tarî dike.

'DIVÊ BI LEZ BÊN BERDAN'

Yên ku parlementer anîn ser kar gel in û yên ji erk jî bixin dîsa gel e. Daraz û dadgeh hemû jî gel e.

Divê parlementerê û hevserokên HDP’ê bi lezgîn bên berdan, dawî li van êrîşên bê hiqûqî yên li dijî HDP’ê bikin.

Di daxuyaniyê de hate bibîr xistin ku îro jî ji Rojnameya Cûmhûryetê 9 kes hate girtin, daxwaz hate kirin ku hemû rojnamevan bên berdan.

Di dawiya daxuyaniya OHD û MHD’ê de ev peyam hatin dayîn: "Em ê heta dawiyê cih li gel gelên hejar, tine tên hesibandin û tên mêtîngerkirin û şopdarên doz û parêzvanên mafê wan bigirin."