OHD: Tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye
Şaxê OHD’ê ye Stenbolê diyar kir ku tecrîda Îmraliyê li hemû girtîgehên li Herêma Marmarayê belav bûye û got: “Binpêkirina mafan pir zêde bûye.“
Şaxê OHD’ê ye Stenbolê diyar kir ku tecrîda Îmraliyê li hemû girtîgehên li Herêma Marmarayê belav bûye û got: “Binpêkirina mafan pir zêde bûye.“
Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Stenbolê yê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Rapora Binpêkirina Mafan a 6 Mehane ya bi hevdîtinên rû bi rû yên li girtîgehên li Herêma Marmarayê amade kiriye, li avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê eşkere kir.
Hevberdevdê Komîsyona Girtîgehan Vedat Ece rapor xwend. Ece diyar kir ku wan serdana Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, Girtîgeha F ya Edîrneyê, Girtîgehên 1, 2, 5 û 7 en Marmarayê, Girtîgeha L ya bi hejmar 1 a Maltepeyê, Girtîgeha T ya bi hejmar 2 ya Tekîrdage, Girtîgeha F ya bi hejmar 2 ya Tekîrdagê, Girtîgeha T ya Duzceyê, Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Girtîgeha F ya bi hejmar 1 a Kandirayê, Girtîgeha T ya Umraniyeyê, Girtîgeha F ya bi hejmar 1 a Tekîrdagê, Girtîgeha F ya Bolûyê û Girtîgeha T ya bi hejmar 2 ya Metrîsê yên Herê Marmarayê kiriye û binpêkariyên di girtîgehan de kiriye rapor.
ZÊDEYÊ 50 GIRTÎ HATIN QETILKIRIN
Parêzer. Vedat Ece, bal kişand ser Nobeta Edaletê ku bi armanca rabûna tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina şewitandina înfaza girtiyan ku zêdeyê 11 mehan bû hat ji aliyê xizmên girtiyan hatibû destpêkirin û 18’ê Kanûnê bi dawî bû û diyar kir ku malbat her hefte tên destgîrkirin. Ece îşaret pê kir ku bi girtiyên di girtîgehan de bi raporên “Dikare bimîne di girtîgehê de“ bernadin û mafê wan ê jiyanê dixin xetereyê, hin girtî di girtîgehan de hin çawa ku ji girtîgehan derketine jiyana xwe ji dest dane. Ece da zanîn ku di salekê de zêdeyê 50 girtiyan di girtîgehan de jiyana xwe ji dest daye.
Ece anî ziman ku wan tespît kiriye ku tecrîd û polîtîkayên zextê berdewam in. Ece gotinên Wezîrê Edaletê yên ku wê ji bo girtiyên nexweş sererastkirine nû bê kirin bi bîr xistin û wiha axivî: “Di girtîgehên li Tirkiyeyê de zêdeyê 600 girtiyên nexweş hene ku ATK’ê rapora ‘nikare bimîne di girtîgehê de’ daye wan. Wezareta Edaletê ji dil be, bêyî ku ferqa curê sûcan bike divê rejîma înfazê û taloqkirina înfazê ji bo girtiyan bi wekhevî bê pêkanîn. Jiyana her girtiyî/ê hêja ye.“
Sernavên rapora binpêkariyên mafê jiyanê ev bûn: “Êşkence û Qedexeya Pêkanînên Nebaş“, “Mafê Tenduristiyê“, “Mafê Agahdarbûyîna ji hev“, “Mafê Darizîna Adilane û Mafê Parastinê“, “Ewlehiya Kesan û Mafê Azadiyê“, “Mafê Veşarîbûyîna Jiyana Taybet“ û “Binpêkirinên Din ên Maf.“
LÊGERÎN Û GIRTINA BI SER DE
Li girtîgehên li Herêma Marmarayê, lêgerîna di qawîşan de û girtina bi ser de, ferzkirina lêgerîna tazî, muayeneya bi kelemçeyê, tecrîd, astengkirina hevdîtinan û qedexekirina weşanan ev in:
“*Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Bakirkoyê, bi taybetî li yên hêj nû sewqa wan hatiye kirin, lêgerîna tazî hatiye ferzkirin û lêgerîna kêfî ya gardiyanan a di qawîşan de jî berdewam e. Di van lêgerînan de ku 6 meh in berdewam in, girtî ji qawîşan tên derxistin û bêyî kontrol lêgerîn tê kirin. Lênûsk, wêne, montên nepixandî, alavên dest dane ser, nedane girtiyan.
• Di girtîgehên F yên bi hejmar ên 2 yên Edîrne û Marmarayê de, lêgerîna tazî 6 mehan dewam kiriye.
• Li Girtîgeha 2 ya Marmarayê girtî rû bi rûyê tevger û gotinên provokatîf ên gardiyanan bûne. Hat diyarkirin ku li heman girtîgehan meşîna bi rêzekê hatiye ferzkirin.
*Li Girtîgeha Girtî ya Hejmar 2 ya Marmarayê, girtiyan ragihand ku di serdanên tên kirin de gardiyan, gotinên nijadperest û heqaretê li wan dikin û di lêgerîna odeyan de, hemû kel û pelên wan ên şexsî belav dikin. Dîsa li vir girtiyan ji parêzeran re got ku girtî li cihê ketin û derketina hundirê girtîgehê de, rû bi rûyê lêgerîna tazî tên hiştin.
*Li girtîgehan Tîpa F a Hejmar 2 a Tekîrdagê, girtî di dema sewqên girtîgehê de, rû bi rûyê lêgerîna tazî dibin. Girtiyê bi navê Îsmaîl Çevîk ê sewqî girtîgehê hatî kirin, ragihand ku ji ber lêgerîna tazî qebûl nekiriye hatiye derbkirin û têkildarê vê yekê wê serî li Dozgeriya Komarê bide û gilî bike.
*Di serdegirtinên li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê hatine kirin de, kel û pelên paqijiyê hatine desteserkirin. Gardiyanan gefa ‘Eger rayedarî di destê min de ba, min ê çi ji van bikira!‘ li girtiyên li vir xwarine.
*Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê, bi fermana Wezareta Edaletê cendirmeyan bi saetan di odeyan de lêgerîn kiriye.
*Hat zanîn ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Hejmar 1 a Kandirayê, zexteke zêde ya derûnî heye û gef li 2 girtiyên bi navê Îsmaîl Çabûk û Tarik Kar hatiye xwarin.
*Li gelek girtîgehên li Marmarayê, bi kelemçeyî mûayena girtiyan tê kirin. Di heman demê de, di dema birin û anîna nexweşxaneyê de, girtî bi saetan kelemçekirî tên hiştin. Li girtîgehan çûyîna girtiyan a nexweşxaneyê jî bi sedemên cuda, tê astengkirin.
*Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê, li hemû girtîgehên li Herêma Marmarayê belav bûye; suhbet û werziş û aktîvîteyên çandî tên astenkirin.
*Li girtîgehên Herêma Marmarayê hevdîtinên bi heval û malbatan re, bi hincetên cur bi cur bi cezayên disîplînê tên astengkirin. Ev astengî bi cezayên disîplînê yên bi 3 yan 6 mehan hatine dayîn, dikare bê dirêjkirin. Di heman demê de hevdîtina ku girtî divê bi mêhvanên xwe re bikin, ji demê ku mafê wan e kêmtir tê kirin û tê astengkirin ku girtî bi rêya nameyan peywendiyê bi derve re deynin û pirsgirêkên xwe bi raya giştî re parve bikin.
*Li girtîgehan pirtûk û rojname tên sînordarkirin, li hin girtîgehan hin pirtûkên ku biryara komkirina wan hatiye dayîn û rojnameyên Evrensel, Bîrgun, Yenî Yaşam, Ûmût, Atilim, Yenî Demokrastî, rojnameyên mûxalîf û tevî hemû daxwazên girtiyan, bi tu awayî nadin girtiyan. Pirtûkên ku ji aliyê xizmên girtiyan vê tên girtin, bêyî ku tişteki bikin hincet, nadin."
MAFÊN HATINE BINPÊKIRIN
Di dawiya raporê de, binpêkirinên hevpar ên li girtîgehan derketine pêş, wiha hatin rêzkirin:
“*Girtiyên ji bo tedawiyê diçin nexweşxaneyê, li hucreyan tên girtin û mafê wan ê suhbet û civakî tê sînordarkirin û tedawiyê vediguherînin pergala cezakirinê.
*Radyoyên dem bi dem li gelek girtîgehan hatine komkirin, li Nexweşxaneya Edîrneyê hatine komkirin.
*Dema hevdîtinên girtî û vekirî, bi keyfî tê sînordarkirin.
*Name û pirtûkên ku ji komîsyona xwendinê tên, tên desteserkirin û bi awayekê sîstematîk dest di jiyana taybet a girtiyan tê werdan.
*Name û kargoyên ji girtiyan re tên şandin, bi awayekê keyfî dereng tên radestkirin.
*Bihayên name û kargoyan, hatine zêdekirin. Li xizm, heval û parêzerên ku pereyan ji girtiyan re dişînin, lêpirsîn tên kirin.
*Şandina name û daxwaznameyan bi awayekê komî, hatiye qedexekirin.
*Kamerayên ku qadên jiyanê yên taybet, ode û hundirê qawîşên nîşan didin, hema bibêje li her girtîgehê tên bikaranîn.
*Bi pêkanîna Desteya Rêveberî û Çavdêriyê ji bo girtî li cihên ku lê ne dûr bikevin, zexta derûnî tê kirin.
*Tê astengkirin ku girtiyên din li cem girtiyên nexweş bimînin.“