OHD: Divê daxwazên girtiyan bi cih bêne anîn
OHD'ê xwest ku tecrîda li Îmraliyê tavilê bi dawî bibe û daxwazên girtiyên siyasî bi cih bêne anîn. Her wiha bang li saziyên hiqûqî hemûyan kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan bişopînin.
OHD'ê xwest ku tecrîda li Îmraliyê tavilê bi dawî bibe û daxwazên girtiyên siyasî bi cih bêne anîn. Her wiha bang li saziyên hiqûqî hemûyan kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan bişopînin.
Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî greva birçîbûnê ya dorveger ku girtiyên siyasî di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” di 27’ê Mijdarê de dabûn destpêkirin, li avahiya komeleyê ya li Rihayê daxuyanî da. Hevserokên Giştî yên OHD’ê Ekîn Yeter û Serhat Çakmak û endamên komeleyê tev li daxuyaniyê bûn.
Ji rêveberên Navenda Giştî ya OHD’ê Ayşe Şehrîban Demîrel di daxuyaniyê de got, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji roja 15’ê Sibata 1999’an ku bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hate kirin heta niha di tecrîdê de tê ragirtin û wiha got: “Ji sala 2015’an ve jî ev tecrîd hate girankirin. Ev tecrîda mutleq, encama nêzikatiya polîtîkaya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya pirsgirêka kurd û tunekirinê ye. Ji 25’ê adara 2019’an heta niha tu agahî ji birêz Abdullah Ocalan nayên girtin.”
Bi domdarî Demîrel daxuyaniya Wezîrê Edaletê yê demê Abdulhamît Gul a di sala 2019’an de bi bîr xist ku digot ji bo hevdîtina Abdullah Ocalan a bi parêzer û malbatê re tu astengî nemane û wiha pê de çû: “Bi ser daxuyaniyê re 4 al derbas bûn lê tecrîda mutlek a li Girtîgeha Girava Îmraliyê hêj didome. CPT di navbera 20-29’ê îlona 2022’yan de çû serdana Girava Îmraliyê lê têkildarî serdanê tu rapor parve nekir. Rastiyek heye ku tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Îmraliyê bandorê li hemû girtîgehan dike. Greva birçîbûnê ya ku girtiyên siyasî bi daxwaza rakirina tecrîda li Girava Îmraliyê û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane, di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de diyarker e.”
Demîrel, tecrîda li Îmraliyê weke “îşkence” pênase kir û axaftina xwe wiha qedand: “Ev tecrîd, li dijî normên hiqûqa navxweyî û ya hiqûqa navneteweyî ye. Divê tecrîd tavilê bê rakirin û daxwazên girtiyên siyasî bên bicihanîn. Em tenduristî û mercên girtîgehê yên girtiyên siyasî ku di çarçoveya mafên xwe yên destûra bingehîn de dest bi greva birçîbûnê kirine ji nêz ve dişopînin. Di vê mijarê de banga me ji bo hemû saziyên hiqûqî ew e ku berpirsyartiyê li xwe bigirin. Divê tecrîda li Îmraliyê tavilê bê bidawîkirin û di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane de hemû partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û saziyên demokratîk berpirsyartiyê li xwe bigirin. Hewceye daxwazên girtiyên siyasî bên bicihanîn.”