OHD çû goristana ku tûpên xwînê lê hatibû dîtin
Piştî ku li goristana Yenîkoyê ya Baglara Amedê tûpên xwînê hatin dîtin, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) çûn goristanê û lêkolîn kirin.
Piştî ku li goristana Yenîkoyê ya Baglara Amedê tûpên xwînê hatin dîtin, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) çûn goristanê û lêkolîn kirin.
Şêniyên bajêr dema ku vê sibehê çûn Goristana Yenîkoyê li goristanên ‘bêkesan’ tûpên xwînê dîtin.
Ji ber vê OHD çû qadê û lêkolîn kir. Endama OHD’ê Gulan Çagin Kalelî derbarê lêkolîna pêşîn li vir daxuyanî da.
Kalelî got: “Me dît ku nêzî sed tûpên xwînê hene. Hinek jê hê jî di bin axê de ne, hinek jê hatine derxistin, hinek jî jê hîn xwîna şil û hinek jê jî xwîna hişkbûyî di nava wan de heye. Li ser van tûpên xwînê nav hatine nivîsandin. Ev nimûne bêtir aîdî salên 2015-2016’an e. Li ser tûpan nimreyên Saziya Tipa Edlî hene. Me agahî bi dest nexist ku ev tûp ji kîngê ve li vir in û kîngê li bin axê hatine veşartin.”
Kalelî diyar kir ji bo destpêkirina karên hiqûqî wan mekanîzmayên pêwist agahdar kirine û wiha got: “Ji bo lêkolîna qadê em li benda tîman in. Piştî vê lêkolînê em ê jî rapora xwe eşkere bikin û di warê hiqûqê de dest bi tiştên pêwist bikin.”
Li ser tupan Serdozgeriyên Komarê yên Êlih, Amed, Farqîn, Midyad û Mêrdînê hatiye nivîsandin û gelek tup jî deforme bûn.
Hin navên ku li ser tupên xwînê hatine nivîsandin ev in, Alî Demîr, Ridvan Aksu, Arafat Unal, Gûrbet Ergun, Osman A., Gelu (Cem) Sozan, Yûsûf Îpeksat, Mehmet Zahit O., Seyîthan Aydin, Kadîr Demîryurek, Serdar Cengîz, Bîlmez Koç, Çekdar A., Zulfu Eroglû ve paşnavên Ayran û Aladag ên ku nav li ser tunebû.