Nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê Karataş hate destgîrkirin
Li Wanê di serdegirtina malan de nûçegihanê Ajansa Mezopotamyaye Dîndar Karataş hate destgîrkirin.
Li Wanê di serdegirtina malan de nûçegihanê Ajansa Mezopotamyaye Dîndar Karataş hate destgîrkirin.
Li navçeya Rêya Hevrîşm a Wanê di serdegirtina malan de nûçegihane Ajansa Mezopotamyayê Dîndar Karataş hate destgîrkirin.
Di destê sibehê de polîsên Tevgera Taybet dora mala Karataş girtin û piştre girtin ser malê. Polîsan kesên li malê li erdê dirêj kir û Karataş destgîr kirin. Polîsan dest danîn ser telefon û karta wênegira Karataş.
Polîsan diyar kirin ku Karataş ji bo ber lêpirsîneke ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Erziromê hatiye destgîrkirin.