Nobeta 'ji Ocalan re Azadî' salek û nîv li dû xwe hişt

Nobeta 'ji Ocalan re Azadî' salek û nîv li dû xwe hişt

Nobeta 'ji Ocalan re Azadî' ku li ber avahiya Konserya Ewropayê (KE), salek û nîv derbas kir. Vê hefteyê ji aliyê 4 kesên ji hêram Frasnsayê Normandieyê, nobet hat dewirgirtin.

Nobeta ku bi şîara 'ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û girtiyên siyasî re azadî' li bajarê Fransayê Strasbourgê hat destpêkirin li ber avahiya Konseraya Ewropayê didome. Di hefteya 79. de nobetê salek û nîv li paş xwe hişt. Nobeta ku her hefte ji aliyê Kurdistaniya ve tê dewir girtin, der barê jiyana Ocalan de agahî tên dayîn û ji bo azadiya Ocalan îmze tên komkirin.

Berdevkê koma ji  herêma Normandieyê û endamê Meclîsa Gel a Normandie Guven Ozturk diyar kir ku li gel bêndana Noelê jî çalakî baş derbas dibe. Ozturk ev agahî da; “Bi awayekî sembolîk be jî, ji roja şemiyê ve bi dehan belavok hatin belav kirin û ji bo Birêz Ocalan îmze hatin komkirin. Ji saet 8'an heta 17:00’ê bi kesan re diyalogê didanîn û hewil didin ku der barê mijarê de agadar bikin. Ji ber bêhndanê Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafê Mirovana a Ewropayê girtî ne, ji ber vê jî kêm kes diçin û tên.”

Ozturk bi bîrxist ku nobet 550 roj in tê dewamkirin û got: “Mirovên ku li semta çalakî lê tê domandin bi gotina ‘hun her tim li virin’ me takdir dikin. Yek jî kesên ku yekem car me dîbînin jî bi rêzdariyekê mezin nêzî dibin.”  Çalakiya me rastî reaksiyonên erênî tê.

Berdevkê komê destnîşan kirin ku çalakiya nobetê di nava raya giştî de baldariyek çêkiriye.

‘ÇALAKIYA HERÎ BI RÛMET’

Çalakvanê ji bajarê Val-de-Reuilê beşdarî nobetê bûyî yê bi navê Nurullah Kabak bi van gotinan hestê xwe anî ziman; “25 sal in ez di nava vê têkoşînê de me û ez beşdarî gelek aktîvîteyan bûme, lê ji bo min a herî bi rûmet bi serbilindî nobeta ji bo Ocalane.”

Çalakvanekî din Orhanê Xinisê jî der barê beşdarbûna çalakiyê de wiha got: “23’ê sal in ez li Ewropayê dijîm. Di sala 2012’an de ez li Cenevre-Strasbourgê li dijî tecrîta li ser Birêz Ocalan ketim meşa dirêj. Min xwest bi malbata xwe re beşdarî vê çalakiyê bibim, lê hevalên me vê hefteyê baş dîtin ku em beşdar bibîn. Carekî din ez dixwazim ligel malbata xwe beşdarî çalakiyê bibim.”

Çalakiya nobetê ya ku ji aliyê komîteya "Ji Ocalan re Azadî" ve li taxa Robertsauyê ku DMME, KE û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropa (CPT) jî lê ne ji 25’ Hezîrana sala 2012’an ve tê meşandin. Ev yek çalakiya herî demdirêj a Kurdên li derveyî welat e.