Çalakiya nobetê ya ‘Ji Ocalan re Azadî’ ku di meha hezîranê de li ber Konseya Ewropayê destpê kir, di roja 88’mîn de ye. Li bajarê Berlîn yê Almanyayê jî otobusa ‘Ji Ocalan re Azadî’ dê bi mitîngek mezin were pêşwazî kirin.
Çalakiya nobeta ‘Ji Ocalan re Azadî’ ku li bajarê Strasbourg yê Fransayê li ber Konseya Ewropayê destpê kir, di roja 88’mîn de didome. Kurdistaniyên ku ji bajarê Toulos yê Fransayê hatin çalakî dewir girtin. Niha 13 komên 5 kesî di nobetê de ne. Çalakvan bi awayek dorveger li ber deriyê ketina Konseya Ewropayê belavokan belav dikin, li aliyekê din jî ji bo kampanya îmzeyan, îmzeyan kom dikin. Kurdistaniyên ku ji Toulosê hatin dê hefteyekê nobetê bigirin. Seîd Yildirim ku li ser navê koma nobet dewir girt û heman demê endamê Înîsiyatîfa Ji Ocalan re Azadî ye axaftinek kir û da diyarkirin ku, çalakiya nobetê ya ji 25 Hezîrana 2012’an hate destpêkirin, heya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe dê ev çalakî bidome, di rastiyê de çalakiyekî direngmayî ye.
OTOBUSA ‘JI OCALAN RE AZADÎ’ ÎRO LI BERLÎNÊ YE
Otobûsa ‘Ji Ocalan re Azadî’ ya ku plan dike li 8 welat û 69 bajarên Ewropayê bigere, tûra wê ya li Almanyayê didome. Piştî gera otobusê ya bajarên Kiel û Magdeburgê îro dê li paytext Berlînê be.
Emel Mahmûd ku di komîteya amadekar de cih digire, di derbarê çalakiya dê 2 rojan bidome ev agahî dan: “Hêzên komploger dixwazin em dest ji Rêbertiya xwe berdin. Li dijî vê ji pêwîstiya berpirsyartî û refleksekê zêdetir, em azadiya Rêber Apo dixwazin. Bi berdewamiya kampanyayê re em dê li pişt azadiya Rêber Apo bibin yek, em dê paradîgmaya Rêber Apo li cîhan û rayagiştî belav bikin û bidin bihîstin.”
Mahmûd diyarkir ku, li Berlînê hemû amadekarî bi dawî bûne û gelê Kurd yê ji bo Ocalan bihîstiyar tevlîbûnek mezin nîşanî kampanyayê dane. Li gorî agahiyên Emel Mahmûd dane programa Berlînê wiha ye: Otobusa ‘Ji Ocalan re Azadî’ ku dê 20’ê Îlonê bê Berlînê di demjimêr 13.00’an de li Wannsee/Dreilindenê bê pêşwazî kirin. Di heman rojê de ji demjimêrên 14.00 heya 17.00’an li Brandanburger Torê mîtîng heye.
Di demjimêr 18.00’an jî li komeleyê civîna gel dê pêkbê. Di 21’ê Îlonê demjimêr 11.00’an de li Brandenburger Torê mîtîng, çalakiya çandî û komkirina îmzeyan her wiha dosya dayîn. Di demjimêr 16.00’an de dê mitînga oxirkirina Otobusa Azadiyê bê kirin.”