Nivîskar Bayrak: Divê Elewî dest ji evîna xwe ya yekalî ya CHP'ê berde

Lêkolîner-nivîskar Mehmet Bayrak diyar kir ku di destpêkê de Îttîhat û Terakkî, piştre jî partiya yekane CHP’ê û CHP a dema nêz ti tişt nedane Elewiyan û ev yek bi belgeyan hatiye tespîtkirin.

Lêkolîner-nivîskar Mehmet Bayrak ê li bajarên Halmstad, Stockholm, Ûppsala û Borlgange  yê Swêdê beşdarî konferansên têkildarî Elewiyan bû ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku di destpêkê de Îttîhat û Terakkî, piştre jî partiya yekane CHP’ê û CHP a dema nêz ti tişt nedane Elewiyan û ev bi belgeyan hatiye tespîtkirin. Bayrak got ku divê Elewî dest ji evîna yek alî ya CHP'ê berdin û ji bo HDP'ê banga dayîna dengan kir.

Bayrak bi lêv kir ku partiya herî zêde ji Elewiyan fêde girtiye CHP ye û wiha Berdewam kir: “CHP’ê bi propagandayên cuda Elewî mehkûmê evînek yek alî kiriye. Em dixwazin ku Elewî dest ji vê evînê berdin.  Lêpirsînê bikin. Bi dîtina min HDP ji bo Elewiyan û bindestan derfetek girîng e. Di dîroka Tirkiyeyê de yekemcar e bawerî û etnîk di partiyekê de tên temsîlkirin. Ev gelek girîng e. Min di jiyana xwe ya nivîskariyê de hinek rêbaz parastin û ji ber HDP van pêk tîne, ez piştgiriyê didim HDP’ê."

EGER HDP BENDÊ DERBAS NEKE WÊ TIRKIYE GELEK TIŞTAN WINDA BIKE

Bayrak  diyar kir ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û daxwazên bindestan bên rojevê, divê HDP benda ji sedî 10'an derbas bike, bikeve parlamentê û got: "Divê Elewî vê derfeta hatiye pêş wan binirxînin. Di hilbijartinan de dengên xwe bidin HDP’ê. Eger HDP bendê derbas neke ev ne dawiya cîhanê ye.  Lê wê Tirkiye winda bike. Ji ber ku, eger HDP bikeve parlamentê wê  çareseriya pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê hêsan bibe. Eger pêşiya vê bixetime, ev jî nebaş dibe."

HER SÊ GELÊN QEDÎM HEMA HEMA JI HOLÊ HAT RAKIRIN

Bayrak ku ji sala 1971’ê heta niha gelek pirtûkên li pirsgirêka Elewiyan nivîsiye, di semînara li Stockholmê de diyar kir ku di  hemû pirtûk û gotarên xwe de destnîşan kiriye ku hemû mirov ne yek nasname ne, her mirovek çar nasnameyên wan hene û ev jî nasnameya neteweyî, çînî, bawerî û zayendî ne.

Bayrak bi lêv  kir ku di seranserê nivîskariya xwe de bi perspektîfeke ku li alî bindestane, nêz bûye û li cem gelê Kurd, Ermenî û Suryanî cih girtiye.  Bayrak got: "Li herêmê her sê gelên qedîm kêm mabû ji holê rabikin. Gelê Kurd têkoşînek mezin da û hat vê rojê.  Civaka Elewî jî êşên mezin kişand.

Armanca sereke ya polîtîkaya Îttîhat û Terakkiyê ev e ku paqijkirina etno-olî, yek tîpkirin û polîtîkaya Tirkirinê-Îslamkirin avakirine. Bayrak wiha berdewam kir: "Ji bo gelên Ermenî, Suryanî, Rûm û Kurd bikin Tirk polîtîka hat meşandin.

SEDSALA DAWÎ BI QIRKIRINAN TIJÎ YE

Di nava demê de kesên ne Tirk û Misilman gav bi gav hatin tesfiyekirin.  100 sala dawî ya Tirkiyeyê bi qirkirin, komkujiyan tijî ye. Di 1915’an de Qirkirina Ermenî-Suryanî, di 1912’ê de komkujiya Kurd û Sersorên li Koçgiriyê, di 1925’an de çewisandina serhildana Kurdan, serhildana Agiriyê û komkujiya Dêrsimê 1937-38’an pêk hat. Li Dêrsimê 40-50 hezar Kurd hatin qetilkirin. 14 hezar hatin sirgûnkirin.

Di 1959’an de li dijî rewşenbîrên Kurd girtin hat destpêkirin û 50 rewşenbîrên Kurd hatin girtin.  Piştî 1965’an şûnde Partiya Gundiyan a Komarî hat avakirin û piştre navê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) girt. MHP hêza mîlîs a dewletê bû. Vana di hemû komkujiyan de peywira mîlîstiyê kirin."

Bayrak da xuyakirin ku bi munasebeta 100. Salvegera Qirkirina Ermeniyan li welatên cuda yên cîhanê çalakî pêk hatine û dewleta Tirk li dijî daxuyaniya Papa û biryara Parlamenta Ewropayê  di polîtîkaya înkarê de li ber xwe daye.

Bayrak mînak da û got di 1978 û 1979’an de dema ez di TRT’ê de wek nûçegîhan dixbitîm, her kes di perwerwerdehiyê de derbas dibû.

Bayrak di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tevî artêşa Alayên Hamidiye jî beşdarî qirkirina Ermeniyan bûne û got: "Hinek eşîrên Kurd beşdarî komkujiyê bûbûn. Lê ev nayê wateya ku Kurdan komkujî pêk anîne. Di vê mijarê de  her kes divê lêborînê bixwaze.  Lê berpirsyarê komkujiyê dewlet e."

...