‘Nikarin îradeya gelê Kurd têk bibin’

Di salvegera tayînkirina qeyûman li Enqereyê daxuyanî hat dayîn û ev peyam hat dayîn: “Yên ku bi qeyûm tên, wê bi berxwedanê biçin. Nikarin îradeya gelê Kurd têk bibin.”

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Enqereyê têkildarî salvegera tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê li avahiya xwe civîna çapemeniyê lidar xist. Li eywana civînê pankarta bi nivîsa “Siyaseta qeyûm desteserkirina îradeyê ye. Dest nede îradeya min” hat daliandin. Dayikên Aştiyê, rêveberên partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên sivîl tevlî civînê bûn.

Hevseroka HDP’ê ya Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser merasîma cenazeyê xwişka siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak û got Kişanak hatiye êşkencekirin û Kişanak ne ew jin e ku serî li ber zilmê bitewîne.

Sînemillîoglû destnîşan kir ku ew ê bi siyaseta xwe ya demokratîk li dijî siyaseta qeyûman têbikoşin û got: “Siyaseta qeyûm desteserkirina îradeyê ye. Hûn çiqas qeyûm tayîn bikin jî em ê dîsa bibijêrin. Yên ku bi qeyûm tên wê bi berxwedanê biçin.”

Seroka Partiya Kedê (EMEP) a Enqereyê Şukran Dogan jî axivî û got ku ew ber bi hilbijartinek din a xwecihî ve diçin û ew ê di hilbijartinê de bersiva herî xurt bidin siyaseta qeyûman.

Dayika Aştiyê Munîbe Koç jî axivî û got: “Çiqas qeyûman tayîn dikin bila bikin, em ê dîsa hevşaredarên xwe bijêrin. Nikarin îradeya gelê Kurd têk bibin. Gelê Kurd hebû, heye û wê her hebe.”