Nehiştin Emîne Şenyaşar bikeve hundirê wezaretê
Emîne Şenyaşar ji bo 2 kurên xwe yên hatin qetilkirin û hevjînê xwe nobeta xwe didomîne. Careke din Emîne Şenyaşar negirtin Wezareta Edaletê.
Emîne Şenyaşar ji bo 2 kurên xwe yên hatin qetilkirin û hevjînê xwe nobeta xwe didomîne. Careke din Emîne Şenyaşar negirtin Wezareta Edaletê.
14’ê Hezîrana sala 2018’an xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşê malbata Şenyaşaran kir. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûye, 9’ê Adara sala 2021’ê li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kir. Malbatê, nobeta xwe ji Rihayê veguhest Enqereyê û 28 roj in ku nobet berdewam e. Şenyaşar a ku dowîza li ser "Edalet" hatibû nivîsandin hilda û li ber Wezareta Edaletê çalakiya xwe pêk anî, xwest kesên hevjîn û 2 kurên wê qetil kirin bên darizandin û kurê wê Fadil Şenyaşar ê girtî bê berdan. Weke her carê Emîne Şenyaşar negirtin Wezareta Edaletê.
Wezîfedarên ewlekariyê yên li Wezareta Edaletê, hewl dan pêşî li bendemayîna Emîne Şenyaşar a li ber wezaretê bigirin û ew heta meclîsê şopandin.