Necdet Ozel nekarî tiştekê bêje

Necdet Ozel nekarî tiştekê bêje

Piştî teqîna di depoya cebilxaneyê ya li Afyonê Serfermandarê Giştî Necdet Ozel li cihê bûyerê hûrkolîn kirin got; “Ez tiştekê nabêjim, her tişt li holê ye.”

Teqîna di depoya cebilxaneyê ya li Afyonê ku tê gotin 25 leşker mirine, sedemê teqînê hêjan zelal nebûye. Serfermandarê Giştî Necdet Ozel li herêma teqîn lê rûdayî, li Qişleya Şehîd Çawişê Pispor Mete Saraç hûrkolîn pêkanîn. Ozel ku pirsên rojnamevana bersivandin û tenê wiha got; “Ez na axivim, ez tiştekê nabêjim, her tişt li holê ye.”

Balkêş bû ku, hêjan di derbarê teqînê de lêpirsîn nehatî destpêkirin rayedarên dewletê gotin bûyer qezaye. Pisporên leşkerî jî diyarkirin ku, ihtimala qezayê pir kême.

Ev daxuyaniyên Tuggeneralê Teqawit Haldun Solmazturk yên derbarê teqînê de bal kişandin:

“muharebeya cebilxaneyên leşkerî li dijî qadên herî tundî, hilgirtinê, avêtina erdê, derbeyê û gule lêketinê hêsanî hêsanî tiştek lê neyê qayîm hatine çêkirin. Evane di ambalajên taybet de ne.

- Bitaybet bombeya dest û funyeya wê cûda têne parastin. Pêwîste vana bikin yek. Heta nekin yek nemimkune ku biteqe.

- Di vê demjimêrê de jimartin çênabe. Eger jimartin di demjimêr 21.15’an de di dema teqînê de çêbûyî be, aliyekê vê yê bê pejirandin tuneye. Ev cebilxane, cebilxaneyekî di asta herî jor de ye. Hûn şev nikarin bibînin, pêwîste hûn ronahiyekî sûnî bikarbînin. Em di nava şerekî de nînin, çima em vî karî şev bikin. Ger li Şirnexê, Sêrtê, Elkê çêbibe, dema şer hebe ez dê fêm bikim. Lê belê hûn li Afyonê ne. Li qadekî ku şertê dîtinê ew qas teng û bisînor 25 kes hebin, hûn çi bikin bikin hûn qezayê vedixwînin. Çi tiştekî ku vê aşkera bike nîne.”