Koordînatorê Mafê Penaberan a Rêxistina Efûyê Şaxê Tirkiyeyê Volkan Gorendag diyar kir ku ji bûyera ku di encama binavbûna keştiyê de 58 kes têde jiyana xwe ji dest dan dewlet berpirs e. Gorendag got; “Ev ne sucê mirovên direvin, ne jî yê yên mirovan direvînin e. Yên ji mirina penaberan berpirs, yên ku van şert û mercan dispêrin wan, yên ku nahêlin ew bikevin wan dewlet in.” Gorendag her wiha agahî da ku li parkek nêzî Koçika Çankaya Enqereyê jî penaberên Efxanî dijîn û got; “Ger ji bo van kesan tiştek neyê kirin, dawiya wan dê ji ya penaberên li Îzmîrê ne cûda be.”
Her sal bi hezaran penaberên ji welatên li rastî zext, tundî û birçîbûnê tên, neçar dibînin berê xwe bidin welatên din. Lê di dema derbasbûnê de gelek ji wana jiyana xwe ji dest didin. Mînaka vê ya herî dawî li Îzmîrê rû da. Di encama binavbûna keştiya ku gelek Kurd jî têde bûn de 2 jê şîrmij, 9 zarok û bi giştî 58 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Koordînatorê Mafê Penaberan a Rêxistina Efûyê Şaxê Tirkiyeyê Volkan Gorendag der barê mijarê de ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku sedema van mirinên penaberan Tirkiye welatên din ên destlat in.
BÊBERPIRSYATRTIYA WELATÊN SÎNORÊ XWE DIDIGIRIN
Gorendag got; “Ji ber berpirsyartiya welatên weke Tirkiye, DYA, Îngilîstan, Almanya, Îtalya, welatên din ên YE’yê, mirinên penaberan berdewam dikin. Ev welatên ku di nava her şer û hewldanên guhertina rêkûpêkiyan de ne, lê berpirsyartiya kesên ku ji van herêman ji ber şer û tundiyê direvin nagirin ser xwe. Ev dewlet ji bo çekan ewqas pere vediqetînin, lê sînorên xwe ji bo kesên neçar dimînin ji ber van çekên wan ji welatê xwe birevin venakin.”
Gorendag da zanîn ku derdora 600 penaber di Deryaspî (Deryaya navîn) de li ber çavê hemû cîhanê mirine û got; “Ev kesane ji ber birçîtî û tîbûnê jiyana xwe ji dest dane. Evane li kêleka NATO, NY û welatên YE yên ku hêzek deryayî ya wan a xurt heye diqewimin.”
Gorendag diyar kir ku pirsgirêka penaberan pirsgirêka cîhanê ya herî zêde tê piştguhkirin e û got; “Ger em mînaka Tirkiyeyê bidin, heta bi dehan kes nemirin, çapemeniya sereke cih nade pirsgirêkên penaberan. Heta di van demên dawiyê de li hemberî penaberên ji Sûriyeyê zimaneke cûdakariyê hate pêşxistin. Lê kesên ne girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad jî penaber dibin û direvin.”
Volkan Gorendag da zanîn ku tenê çareyek a bidawîkirina penabertiyê ye ew jî ew e ku pirsgirêkên ku penaber ji ber ji welatên xwe direvin bêne çareserkirin û got; “Divê pevçûnên li welatên wan bi dawî bibin. Divê hemû tiştên ku dibin sedema revîna wan ji holê bên rakirin.”
Gorendag bi bîr xist ku qaçaxçîtiya mirovan bûye mîna sektorekê û got; "Li vir berpirs tenê dewlet e. Li şûna ku qaçaxîçiyan tawanbar bikin, bila li xwe vegerin û li xwe binêrin. Qaçaxçî tenê mirovên ku dixwazin birevin direvînin. Divê mirov di vî warî de penaberan-koçberan tawanbar neke. Ji ber ku tu welat wana qebûl nakin.”
LI ENQEREYÊ PENABERÊN CÎRANÊN ABDULLAH GUL!
Koordînatorê Mafê Penaberan a Rêxistina Efûyê Şaxê Tirkiyeyê Volkan Gorendag
agahî da ku li parkek nêzî Koçika Çankaya Enqereyê jî penaberên Efxanî dijîn û got; “Ger ji bo van kesan tiştek neyê kirin, dawiya wan dê ji ya penaberên li Îzmîrê ne cûda be.” Gorendag got; “Tenê 100 metre ji Koçka Çankayayê dûr in. Ger Abdullah biçe ber pencereyê dê vana bibîne. Û ger ev kesane firsendek dît, dê bi qaçaxçiyan re li hev bikin û birevin. Ji ber ku niha tu derfetên wan tune ne, pereyên wan tune ye li vê parkê dijîn."
Gorendag da zanîn ku wana xwest ev rewş bibe nûçe, lê jiber zimanê kîndar ê ku çapemeniya sereke ya Tirk vê parkê jî li wan penaberan bide girtin û got; “Ger çapemeniya sereke vê yekê bîne rojevê feydeyek nade, dê tenê ziyanê bide wan peaberan. Em dibêjin li şûna ku mirov van penaberan ji Enqereyê biqewirîne, divê em alîkariya mirovahiyê bidin wan.”