Namzetên HDP’ê: Em bihêz bersiv bidin

Ji hilbijartina 7'ê Hezîranê re 2 roj ma. HDP li aliyekî xebatên hilbijartinê didomîne li aliyê din li dijî hîleyên hilbijartinê muşahîdan hişyar dike.

Ji hilbijartina 7'ê Hezîranê re 2 roj ma. HDP li aliyekî xebatên hilbijartinê didomîne li aliyê din li dijî hîleyên hilbijartinê muşahîdan hişyar dike. Ji bo ku hilbijêran bigihîne cihên ku dengên xwe bi kar tînin jî xebat da destpê kirin. Namzetên HDP’ê jî bi welatiyan re tên cem hev û banga çûyîna ser sandoqan li welatiyan dikin.

WAN

Li navçeya Bêgiriyê ya Wanê îstîfa didomin. Di nava meheke de 12 AKP’î îstîfa kirin û derbasî HDP’ê bûn, herî dawî Alîkarê Serokê Navçeyê Fîkret At li jî îstîfa kir û derbasî DBP’ê bû. Di merasîmê de Hevserokê DBP’ê yê Bêgiriyê Vahdettîn Uca axivî û bal kişand êrîşên li dijî HDP’ê û got ku êrîş nîşan didin ku Serokomar Erdogan û Berokwezîr Davutoglu çiqas neçar mane. Fîkret Atli yê derbasî DBP’ê bû jî diyar kir ku 12 sal in di nava AKP’ê de cih digire lê ferq kiriye ku li ciheke şaş e ji ber vê yekê jî ji AKP’ê îstîfa kiriye û li cem gelê xwe cih girtiye.

Ji bo mîtînga ku sibehê  li Wanê pêk bê li navçeya Tuşbayê belavok hatin belavkirin. Namzetên HDP’ê Yelîz Yildirim, Selamî Ozyaşar jî beşdarî xebatê bûn.

BEDLÎS

Li Bedlîsê welatiyên ku wê dengên xwe bi kar bînin wesayîtan ve şandin cihê ku wê deng bi kar bînin. Serê sibehê welatî bi wesayîtan ve ber bi Amed, Erzirom, Wan, Elazîz, Mûş, Colemêrg, Êlih û Agiriyê ve hatin şandin. HDP a Bedlîsê ji bo ku welatiyên ku derveyî bajar in û wê li Bedlîsê dengên xwe bi kar bînin jî xebatê dimeşîne.

AGIRÎ

Namzetê Agiriyê Mehmet Emîn Îlhan li navçeya Eleşkirê çû serdana şaredariya bajaroka Tahîrê. Li vir buroya hilbijartinê jî hate ziyaretkirin û bi welatiyan re sohbet hate kirin. Îlhan li vir axivî û diyar kir ku berê partiya îxtidarê digot cihê çareserkirina pirsgirêkan meclîs e lê niha jî dibêjin heke HDP bikeve meclîsê wê kaos derkeve. Îlhan got ku der van berjewendî ye û divê Kurd bersiva herî baş bidin.

MÛŞ

Namzetê HDP’ê yê Mûşê Ahmet Yilidirim j îli navçeya Milazgîrê li ber buroya hilbijartinê xîtabî gel kir. Yildirim êrîşê li dijî HDP’ê şermezar kin û got ku bersiva herî baş wê di 7’ê Hezîranê de bê dayîn. Piştî axaftinan Yildirim û kesên pê re çûn serdana buroya hilbijartinê ya jinê û li vir ji bo xebatên ku hatine kirin spasiyên xwe kir.

AMED

Li navçeya Gêlê ya Ame jî koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê li navenda navçeyê û gunn giredayî Gêlê bi peyvirdarên hilbijartinê re civîn pêk anî. Civîn li Salona Konferansê ya Gêlê hat lidarxistin. Di civînê de li ser erk û peyvirên muşahîd û çavran agahî hat dayin. Civîn bi belavkirina kartên muşahîdan bi dawî bû.

MÊRSÎN

Li Mêrsînê jî Namzeta HDP'ê ya Mêrsînê Çilem Oz, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Komeleya Piştevanî û Çan ya Kafkasê ziyaret kir. Oz ji aliyê endamên Kafkasiyan ve bi girseyî hat pêşwazî kiri. Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê jî civîna çapemeniyê pêk anî. Seroka ÎHD'ê ya Mêrsînê Yildiz Koca, têkildarî ewlehiya hilbijartinê agahdarî kir. Namzetê HDP'ê yê Mêrsînê Alî Tanriverdî, nûnerê Cemxaneyê û LGBTÎ, Komeleya 7 Renk û gelek kesên din amade bûn. Koca, di civînê de anî ziman ku bi tevahî li 48 bajar û 4 navçeyan 2 hezar û 500 kes wê serbixwe çavriya hilbijartinê bikin. Koca diyar kir ku ew ê binerin ka astengdar, karkerên zeviyan, jinên stargehan xwendekar û kesên din dikarin dengê xwe bikar bînin an na.

ÎZMÎR

Li Îzmirê jî Namzetên HDP'ê yên Îzmirê bi Platforma Veguhestina Bajarvaniyê re bi sernavê "Ji Talankirina Bajarvaniyê re Bes e" civîn pêk anî. Civîn li Karabaglar Yurtoglu pêk hat. Welatiyan eleqeyek mezin nîşa da.

Namzetên HDP'ê yên Îzmirê Melike Ari, Ulku Yalçinkaya û Kamil Agaoglu jî bal kişandin ser girîngiya xebatên Platforma Veguhestina Bajarvaniyê û diyar kirin ku ew  li ser esasê daxwazên platformê xebatê bikin û taahhutnameya Platformê îmze kikin.