Namzetê HDP'ê Bîlgen: Hêviya hilbijêrên li Qersê ji AKP'ê nema ye

Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Qersê Ayhan Bîlgen da xuyakirin ku hêviya gelê li herêma wî ya hilbijartinê ji AKP'ê nema ye û destnîşan kir ku gel di wê baweriyê de ye otorîtebûyîna AKP'ê bi tenê dikare ji aliyê HDP'ê ve were sekinandin.

Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Qersê Ayhan Bîlgen da xuyakirin ku hêviya gelê li herêma wî ya hilbijartinê ji AKP'ê nemaye û destnîşan kir ku ew bawer e otorîtebûyîna AKP'ê bi tenê dikare ji aliyê HDP'ê ve were sekinandin. Bîlgen da xuyakirin ku li Qersê pirsgirêkeke cidî ya binesaziyê heye û ev yek li pêşiya pêşketina çandiî, bazirganî û tûrîzmê asteng e û got, "Di rojeva Qersê de partiya yekemîn HDP ye." Ayhan banga destekkirina HDP'ê kir.

Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê rêza 1. a Qersê Ayhan Bîlgen, pirsgirêkên herêma xwe ya hilbijartinê û meyla gel ji ANF'ê re vegot.

'JI BILÎ HDP'Ê GEL DI NAVA TI JI PARTIYÊN DIN DE DERFETÊ TEMSÎLÊ NEDÎT'

Bîlgen anî ziman ku rastiya sosyolojîk, cihêrengiya gel û baweriyan a li Qersê, projeya HDP'ê nîşan dide û got, "Qers yek ji bajarên ku girîngiyê de jiyana pirrengî, bi hev re û di nava aştiyê de ye. Wê vê jiyanê bixe meriyetê. Ji aliyê siyasî ve pênasekirin û navlêkirina wê, wê vê yekê hêsan bike. Bi dîtina min ev yek ji bo HDP'ê avantaj e."

Bîlgen da zanîn ku Qers di heman demê de yek ji bajarên ku helwesta hilbijêran bi lez diguhere ye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji xwedîderketina li Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) heta firsenddayîna ji bo alternatîf û aîdiyetên cuda yên siyasî, psîkolojiyeke girseyî ya Qersê heye. Kurdên ku piraniya şêniyên bajêr e, bi pêvajoya vê hilbijartinê re derfetên temsîliyeta li nava partiyên din bi temamî winda kirin. Partiyên ku bi giranî her du rêzên destpêkê didan Kurdan jî, ev derfet nedan gelê Qersê. Ev yek wê rê li ber şikestineke mezin veke. Wê firsendê bide girseya ku beriya niha dengê xwe dida AKP'ê, ji bo derbasî nava HDP'ê bibe."

'BI DÎTINA MIN BI TENÊ HDP DIKARE PÊŞÎ LI AKP'Ê BIGIRE'

Namzet Bîlgen da xuyakirin ku ew li hemû navçeyên bajêr geriyane, buroyên hilbijartinê vekirine, dikandar ziyaret kirine û dikandarên Azerî, Terekeme, Tirkmen, Elewî û esnafên xwecihî eleqeyeke mezin nîşanî HDP'ê didin. Bîlgen da zanîn ku li bajêr meyl û nêrîneke welê heye, ku yekane hêza pêşî li otorîterbûyîna Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP'ê bigire HDP ye. Bîlgen got, "Hilbijêrên dibêjin ew MHP'yî, CHP'yî ne, wê di van hilbijartinan de dengê xwe bidin HDP'ê. Di nava helwesta 'Ancax HDP dikare vê pêvajoyê bisekinîne' de ne. Mînak; provokasyoneke biçûk a rêveberên nîjadperestan rû da, lê belê helwesta destpêkê ya li dijî vê, di destpêkê de ji hilbijêrên MHP'yî hat. Di rojeva Qersê de partiya yekemîn HDP ye."

Bîlgen diyar kir ku ti hêviya hilbijêrên li Qersê ji AKP û Erdogan nemaye, rola AKP û Erdogan a di pêvajoya çareseriyê de rê li ber nerazîbûnan vedike û anî ziman ku gel bawer dike, mayîndebûna pêvajoyê bi serketina HDP'ê re pêkane.

'DESTÛRA BINGEHÎN A QERSÊ'

Bîlgen anî ziman ku Qers ne dûrî modela xweseriya demokratîk e û got, "Di rewşeke ku mirov dikare weke modela xweseriyê pênase bikin, de ye. Beriya Komara Tirkiyeyê komarek ava kir. Destûra Bingehîn a Qers Kafkasê, ji aliyê piralî û pirrengiyê ve gelekî li pêşiya Destûra Bingehîn a TC a îro ye. Qers a ku di destpêka salên 1920'î de ji pêvajoyeke bi vî rengî re pêşengî kiriye, bi dîtina me wê karibe ji demokratîkbûyîna welêt re jî pêşengiyê bike."

'LI QERSÊ DERFETÊN CIDÎ HENE LÊ NAYÊN BIKARANÎN'

Bîlgen bal kişand ser pirsgirêkên li bajêr jî û ev xal destnîşan kir:

"Gundên bê av, rêyên ji her alî ve bi kortên tijî av, rê li ber mexdûriyetan vedikin. Pirsgirêke giran a binesaziyê heye ku bandorê li çandinî, bazirganî û tûrîzmê dike. Lê belê avantajên xwe yên cidî jî hene; Bi qasî ku bazirganiya derve li 4-5 welatan bike, nêz e. Pêkane ku avantajeke bi vî rengî ya cografîk, veguhere pêngaveke bazirganiyê. Bê guman ji bo vê jî nêzîkatî û vîzyon divê.

Bi taybetî nifûseke ji sedî 70 ê debara xwe bi karê çandinî û sewalkariyê dike, heye. Di aboriyeke bi vî rengî de pêwîstî bi navendên kombîna û entegre heye. Tûrîzma zivistanê ji xwe derfetên mezin pêşkêş dike, lê belê tevî vê jî binesazî nîne. Bajarê xwedî rewşeke cidî ya dîrokî ye, bi şêweyekî ji bîr û baweriya dîrokî dûr, hatiye pêşkêşkirin.

Ya ku Qersê li ser piyan dihêle gund û xwendekarên wê ne. Xurtkirina kapasîteya zanîngehê wê ji bo zindîbûna esnafên biçûk jî derfetên cidî biafirîne."

'GEL RÊ NADE KAMPANYA REŞKIRINÊ YA BI RÊYA BIKARANÎNA OL'

Bîlgen anî ziman ku piştî aşkerakirina beyannameya hilbijartinê ya HDP'ê li Qersê, îstîsmarkarên ol dest bi kampanya reşkirinê kirin û got, "Dixwazin dijberiya me ya li diyanet û dersa ji neçarî ya olî, weke dijberiya li ol nîşan bidin. Halbûkî gava em pirsa 'gelo hûn naxwazin mele muftiyên xwe hilbijêrên' em li reaksiyonên erênî rast tên. Derxistina qadên baweriyê ji bin destê dewletê, wê ji bo ol xêr be. Gel vê yekê bi xweşbînî pêşwazî dike. Li vî bajarî Caferî dijîn û bêyî bikevin bin sîwana Diyanetê mizgeftên xwe vedikin û meleyên xwe wezîfedar dikin."

Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Qersê Ayhan Bîlgen bang li şêniyên Qersê û hemû gelên welêt kir ku destekê bidin HDP'ê.

KÎ YE?

Di sala 1970'î de li Qersê ji dayik bû. Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê qedand. Di qada sosyolojiyê de lîsansa bilind kir. Di nava têkoşîna mafên mrovan de cih girt; Serokatiya Giştî ya Mazlûm-Derê kir. Di pêvajoyên damezrandinê yên Meclîsa Aştiyê, Tevgera Destûra Bingehîn a Demokratîk û Kongreya Îslamî ya Demokratîk de cih girt. Li rojnameyên Yenî Ozgur Polîtîka, Ozgur Gundem û Evrenselê gotaran dinivîsîne.