Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê Becerîklî: AKP xeyalan difiroşe

Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Êlihê Becerîklî, ji bo hilweşandina desthilatdariya AKP'ê ya xwedî zîhniyeta yekparêz bang li gelan kir, ku li dora HDP'ê bicivin.

Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya rêza duyemîn a Êlihê Saadet Becerîklî, ji bo hilweşandina desthilatdariya AKP'ê ya xwedî zîhniyeta yekparêz bang li gelan kir, ku li dora HDP'ê bicivin. Becerîklî anî ziman ku armanca wan a Êlihê bidestxistina her çar parlamenteran e û destnîşan kir ku ji bo jiyaneke demokratîk ji bilî hilweşandina bendê bi HDP'ê re, ti şens nîne.

Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya rêza 2. a Êlihê Saadet Becerîklî, ku tevî ne bernamzet bû jî ji bo bibe namzet ji gelek deverên cuda yên Tirkiye û Kurdistanê serlêdan li Navenda Giştî ya HDP'ê hat kirin û di encamê de li Êlihê bû namzet, serpêhatiya namzetiya xwe, tevî rewşa feodal jî cihgirtina xwe ya di nava siyasetê de, dayikbûna xwe ya di temenê zarokatiyê de û têkoşîna azadiya jinên Kurd a li Rojhilata Navîn ji ANF'ê re nirxand.

Hûn li Êlihê bi têkoşîna xwe ya mafên mirovan a bi salan tên naskirin. Ji bo yên we ji nêz ve nas nakin, hûn dikarin xwe bidin naskirin?

Di sala 1996'an de ji malê derketim û min cihê xwe li qada têkoşînê girt. Li Êlihê di wê demê de binçavkirin, kuştinên kiryar ne diyar gelekî, rû didan. Lê min xwe ji bo demeke dirêj amade kir. Li pêşberî jinên ku di têkoşîna jinê de li çiyê şehîd diketin, nikarîbûm li malê rûniştibûma. Di wê demê de tevlî ÎHD'ê bûm û bûm endama 35. Di salên dûr û dirêj de min li vê qadê xebat meşand û 3 serdeman min serokatiya ÎHD'ê ya Şaxê kir. Dûre bûm endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê. Piştî xebateke 10 salan, min li qada siyasî dest bi kar kir. Li Navenda Giştî ya BDP'ê min wezîfeya Alîkariya Serok a ji Mafên Mirovan berpirsyar hilgirt ser milê xwe. Dûre li Êlihê min wezîfeya Hevserokatiya Giştî ya Bajêr meşand. Bi dorê ji bo Meclîsa Partiyê ya BDP'ê û Desteya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê hatim wezîfedarkirin. Di kongreya dawî ya HDP'ê de bûm endama Meclîsa Partiyê. Li Êlihê di Platforma Jinê de min cih girt. Ji ber cihê jina Kurd a heq nake, min biryar da di têkoşîna jinê de rola aktîf bilîzim. Ev rewş min di kesayetiya xwe de di malbata xwe de tespît kir. Ji ber ku min di 14 salî de zewicandin û di 15 salî de jî bûm dayik. Ev yek sedemeke têrker e. Di 15 saliya xwe de, dema min keça xwe mezin dikir, hingî ez bi xwe mezin bûbûm. Perwerdeya min a nîvco mayî jî min di wê demê de temam kir û Fakulteya Karsaziyê qedand. Di gelek konferansên civaka sivîl ên neteweyî û navneteweyî de amade bûm.

Di nava HDP'ê de bi kîjan îdîayê hûn bûn namzet? Namzetiya we bi çi rengî pêk hat?

Ya rast ji bo namzetiyê min serlêdan nekir. Lê belê, piştî ku ji gelek bajarn pêşniyar ji Navenda Giştî ya HDP'ê re hat şandin, komîsyona navendî ev pêşniyar li ber çavan girt û weke namzet ez şand vê derê. Sedema vê yekê jî, dibe ku hebûna min a salên dûr û dirêj di nava siyasetê de ye. Dibe ku xwestine van tecrûbeyên xwe li qada parlamentê nîşan bidim û bi vî rengî tewecûhek nîşa dane. Namzetiya min a li Êlihê hinekî surprîz bû.

Rol û mîsyona jinê di nava HDP'ê de çi ye?

Em nikarin HDP'ê ji Têkoşîna Azadiyê ya Jinên Kurd an jî ji têkoşînên din ên jinê cuda bibînin. Ev yek rewşeke di nava HDP'ê de hatiye qebûlkirine. Di hilbijartinên herêmî de wê were bîra we, xwe gihand rewşeke ku hemû cîhan lê matmayî ma. Yên ku li Tirkiyeyê kotaya jinê xist rojevê jinên di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de cih digirin e û niha bi sîstema Hevserokatiyê re hema hema li her deverê sîstema kotayê ji holê rakir, ji ber ku wekhevî pêk hat. Di hilbijartinên parlamenteriyê de jî zêdebûna namzetên jin ji namzetên mêr, mînaka girîngiya têkoşîna azadiyê dide rizgariya jinê ye. Bêguman ev yek bi tenê bi meşandina di nava partiyê de, pêk nayê. Di demên pêş de li qadên cuda, li parlamentê di guhertina qanûnan de, wê xebatên partiyê dewam bikin. Lewma HDP xwedî îdîaya bûyîna partiya jinê ye.

HDP di destpêkê de, ji ber nêrîna 'partiyeke xwemaliya Kurd' e girseyên gel bi têrkerî nêz nedibûn. Lê belê niha, bi qasî ku neyê texmînkirin eleqeyek ji HDP'ê re heye. Ji ber ku we di nava Meclîsa Partiyê ya HDP'ê de cih girtine ji we dipirsim, we ev pêvajo bi kîjan argumanan ji holê rakirin?

Li herêmê bi salan zilm li gelê Kurd dihat kirin û ji ber vê yekê derdoreke mezin hebû ku dixwestin weke partiyeke xwemaliya Kurd bimîne. Ji ber piştperdeya dîrokî ya vê yekê, hestên neteweperestiyê derdiket pêş û dihat gotin ku em dixwazin partiya me weke BDP bimîne. Ew dem ya rast ji bo me demeke bi êş bû. Me bi berfirehî ji girseyan re rewş vegot; me anîn ziman ku ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê projeya Birêz Ocalan jî paralelî vê ye. Me ragihandin ku li Tirkiyeyê bi dehan çand, bawerî û qewmên hatine înkarkirin hene û ji bo komkirina wan, me sîstemeke demokratîk kirine armanca xwe. Piştî ku ev proje ji gel re hat vegotin, gelê me pejirand û pirsên di mejiyê mirovan de ji holê rabûn. Ji xwe li Enqereyê di danasîna namzetan de ez li tabloyeke bi vî rengî rast hatim. Min dît ku bûye partiyeke hemû bawerî, reng û çand lê xwe bilêv dikin. Bi Projeya Jiyana Nû re li Kurdistanê nêrîna li HDP'ê hat guhertin.

Bi lêgerîna azadiyê ya jinên Kurd re pêşketineke mezin derket holê. Di siyasetê de berpirsyariya dikeve ser milê we çi ye?

Eger li Tirkiyeyê hin guhertin hebin, ev yek destketiyên têkoşîna 30 salan e. Di vir de rola jinên Kurd gelekî mezin e. Ez jî yek ji mirovên di nava vê civakê de dijîm e. Li cihekî weke Êlihê ku feodalîte bi giranî lê dihat jiyîn, bi lêgerîna azadiyê çûyîna jinên Kurd ber bi çiyê ve, li Tirkiye û Kurdistanê kevir ji şûna xwe rakir. Bicihkirina wan keviran jî karê  jinên siyaseta legal dimeşînin e. Di avakirina sîstema demokratîk de jinên Kurd wezîfeya xwe bi zêdehî bicih anîn. Ji bo vê Kobanê mînak e, ku tevahiya cîhanê bi heyranî li têkoşîna jinê temaşe kir.

Eger hûn biçin parlamentê, armanceke we ku hûn dikarin bêjin 'projeya min a destpêkê ev e' heye?

Ji projeyên xwe yên şexsî wêdetir, em ê di çarçoveya armancên KJA û polîtîkayên giştî yên partiya xwe de tevbigerin. Lê bele pêşniyarên me wê her tim hebin. Li Êlihê ji bo hemû jinên ji her nîjad û baweriyê li cihê heq dike be, em ê têkoşîna xwe li her qadê bimeşînin. Ji bo keda jinê bê dîtin û bibe xwedî jiyaneke wekhev, wê projeyên me hebin. Armanca me wê hilweşandina bendê be. Di vir de rola jinê jî heye. Ji vir dixwazim bang li tevahiya gelan bikim; Êdî baweriya xwe bi polîtîkayên AKP'ê yên xeyalan difiroşe, nînin. Gotinên wan ên li ser aştiyê jî, bi israra Birêz Ocalan hatin gotin. Lê belê di dema dawî de Birêz Serokkomar Erodgan ê li ser navê AKP'ê diaxive dibêje ew li dijî gotinên aştiyê ye, bi zimanê dewletê yê salên 90'î re derdikeve holê û dibêje ku divê heyeta çavdêriyê nebe. Li dijî vê zîhniyeta yekparêziyê, divê HDP bi xurtî li parlamentê be. Di rewşeke berevajî de desthilatdariya polîtîka yek mirovî, wê bi ti awayî tiştekî ji gelan re nîne.