Muslim: Konferansa ku kurd têde cih negirin dê bi ser nekeve
Muslim: Konferansa ku kurd têde cih negirin dê bi ser nekeve
Muslim: Konferansa ku kurd têde cih negirin dê bi ser nekeve
Hevsrokê PYD’ê Salîh Muslim ku li Moskovê tevli civîneke gel bû der barê stratejiya Kurdên li Sûriyeyê de agahî da. Muslim diyar kir ku di vê demê de gelê kurd ligel rejîma Sûriyê û ne jî ligel Muxalefetê cih digire. Muslim da zanîn ku ew têkoşîna demokratîk esas digirin û li dijî êrîşan dê xwe biparêzin.
Herserokê PYD’ê Salîh Muslim ku li paytexta Moskov a Rûsyayê hevdîtinan dike, li Navenda Çanda Kurd bi gel re hatin cem hev. Nûnerên rêxistinê kurd, kurdê li dîasporayê yên Moskovê geşedanên Roava û rewşa Sûriyê girtin dest.
Salîh Muslim der barê stratejiya kurdên li Sûriyeyê agahî da û got: “Em ne ligel rejîma Sûriyê û ne jî ligel muxalefetê cih digirin. Em têkoşîna demokratîk esas digirin. Li dijî êrîşan em dê xwe biparêzin. Em hewl didin şaşiyan nekin. Ji ber di vê pêvajoyê de şaşî dibin sedema bedelên mezin.
Muslim da zanîn ku gelek hêz hewl didin tevgera li Rojava manîpule bikin û dixwazin li ser îradeya gel serdest bin. Muslim wiha pê de çû: “Li rojava em bi Ermenî, Asurî, Suryanî û Ereban re meclisê biratiyê ava dikin. Yekitiya gel bo mer her tim girînge. Rejîmê zextwar tên hilweşandin. Netewperestî û îslamiya radîkal bi awayekî polîtîk tê pêşxistin.
Lê kurd ne mecburin ji duyan yekî hilbijêre. Dijminên me yên hundir dixwazin yekitiya kurdan xera bikin. Kurd divê vê bibîniğn û bibin xwedî helwest. Ev sedsal dibe ku bibe sedsala kurdan. Divê em li her cureyê xetereyê xwe bi hêz bikin.
Der barê pêşeroja Sûriyê de gelek nêrînên cuda hene. Ger Cenevre-2 îradeya kurdan nas neke, dê ew jî vê konferansê nas nekin. Di vir de Rola kurdan girînge. Konferasa ku kurd tevli nebin de dê encam neyê girtin û biser nekeve. Ji bo aştiyeke mayîn de rola kurdan girînge.”
Nûnerên PYD’ê yê Fransayê Dr. Xalîd Îsa jî nirxandinek kir û her wiha der barê hevdîtinên bi Rûsyayê re agahî da.
Her wiha parlamenterê BDP’ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan jî tevli civînê bû û hamleya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin li her derê belav dibe.