Muşahid û endamên HDP’ê hatin binçavkirin

Li navçeyên Çekmekoy û Sancaktepe yên Stenbolê polîs serê sibehê bi ser malan de girtin. Di serdegirtina malan de 12 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin piştî kontrola wan tenduristiyê birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.

Muşahid û endamên HDP'ê û hin ciwan bi tevahî 12 kesên serê sibehê li navçeyên Çekmekoy û Sancaktepeyê ji aliyê polîsan hatin binçavkirin piştî kotrola wan a tenduristiyê sewqî Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê hatin kirin.

Navên kesên hatin binçavkirin wiha ne: Medenî Ekîncî, Ersîn Taşer, Şehmus Ablak, Cîhan Kizil, Berzan Guneş, Sezer Yuruyucu, Emrah Okçul, Abdullah Erol.