MOP: Li dijî dewleta Tirk em banga berxwedanê li her kesî dikin
MOP'ê di salvegera Qirkirina Rûm/Pontûsê de li dijî dewleta Tirk a qirker banga berxwedanê li hemû derdoran kir.
MOP'ê di salvegera Qirkirina Rûm/Pontûsê de li dijî dewleta Tirk a qirker banga berxwedanê li hemû derdoran kir.
Partiya Azadiyan a Mezopotamyayê (MOP) di salvegera 103'yan a Qirkirina Rûm /Pontusê de li dijî dewleta Tirk a qirker banga berxwedanê kir.
MOP'ê qirkeriya li ser Rûm/Pontûsê şermezar kir, bi bîr xist ku dewleta Tirk piştî qirkirinê dest li ser mal û milkê wan daniye, li dijî nirx û exlaqê civakê her cure kirêtî kiriye.
MOP'ê her wiha bal kişande ser êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Tevgera Azadiyê, demokrasiyê, jinan û gelan û got, ''Em diyar dikin em MOP li dijî hişmendiya mêtinger a dewleta Tirk, li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk in, li em li gel gerîla ne ku li dijî vê hişmendiyê şer dikin! Em bang li hemû derdorên demokrasiyê yên Mezopotamya, Kurdistanê dikin ku li dijî dewleta Tirk a a nîjatperest, mêtinger, dagirker, qirker têbikoşin!''