MLKP Kurdistan: Em ji Amedê heta Taksîmê têkoşînê mezin bikin

Rêxistina MLKP Kurdistan bi munasebeta 1’ê Gulanê Roja Piştevanî, Têkoşîn û Yekîtiya Navneteweyî daxuyaniyek nivîskî da.

MLKP Kurdistan têkildarî 1’ê Gulanê daxuyaniyek da û got: “Dewleta Tirk a Mêtinger û hikûmeta AKP’ê, serhildana li Taksîmê derket holê, li Amedê deng daye, şoreşa ku dikene û serhildanên 6-8’ê Cotmehê yên ji bo Kobanê, ji bîr nake. Kolan, qad, çiya rêya avakirina jiyanek azad û rûmet nîşan didin.”

Rêxistina MLKP Kurdistanê di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “Serhildan, berxwedanên li dijî mêtingeriya kapîtalîst, cîhana me dorpêç dike. Karker, kedkar, jin û bindest li dijî birçîbûn, mêtingerî û bêkariyê serî hildidin. Li Rojavayê Kurdistanê gelê me di rêya avakirina şoreşê de dimeşe. Bakurê Kurdistanê rê nade nîjadperestî, şovenîzm, dagirkerî û faşîzmê.  Hêza yekbûyî ya Şoreşa Rojava û Bakurê Kurdistanê  sînorên mêtingeriyê dide zorê.

Li dijî şîdeta mêr a li ser jinê ji Amedê heta Mersînê rêhevaltiya jinê hatiye mezinkirin û li dijî êrîşan çalakî hatine hevbeşkirin.
Dewleta Tirk a Mêtinger û hikûmeta AKP’ê, serhildana li Taksîmê derket holê, li Amedê deng daye, şoreşa ku dikene û serhildanê 6-8’ê Cotmehê yên Jİ bo Kobanê ji bîr nake, tirsa wan hê teze ye.

Belê ditirsin ji ber ku ji aliyê jin, mêr, bindest li dijî faşîzm û mêtİngeriyê dibin yek û têdikoşin. Li Rojava, Şengal û Kobanê destan têN nivîsin. Ditirsin ji ber ku li dilê Rojhilata Navîn, li Rojava gelê me dîrokek nû dinivîse.”

EM LI DIJÎ DAIŞ’Ê ROJAVA BIPARÊZIN

MLKP’ê bang li karker, kedkar, jin û ciwanan kirin ku li dijî çete û xwediyên emperyalîst û mêtİnger, Şoreşa Rojava bê parastin û wiha hat gotin: “Roj roja bi ruhê serhildana Kobanê û Hezîranê re, ji Amedê heta Taksîmê, ji Kurdistanê heta Cîhanê, şandina silava berxwedana sor a bindestan e. Roj roja  li dijî faşîzm, mêtİngerî, nîjadperestî û pergala serdest a mêr, di 1’ê Gulanê de bilindkirina têkoşînê ye.  Kolan, kad, çiya rêya avakirina jiyanek bi rûmet nîşan dide.”