Dayîkên Şemiyê di hefteya 390'an de çalakiyên xwe yên ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin berdewam kir. Dayîkên Şemiyê xwest kesên di serdema 12'ê Îlonê de hatin windakirin û kuştin bên dîtin û berpirsiyarên wan bên darizandin. Dayîkên Şemiyê anîn ziman ku, ne tenê kesên 12'ê Îlonê divê kesên 32 salin Tirkiyeyê bi rêve dibe bên darizandin û hesap ji wan bê pirsîn. Li Êlihê jî heman çalakî hate li darxistin. Li Êhilê jî malatan diyar kirin ku hêj îşkence, kuştin û rêbazên berê berdewam dikin.
Dayîkê Şemiyê yên Stenbolê ku her hefte li Qada Galatarayê li hev kom dibin û aqûbeta windayan dipirsin, di hefteya 390'an de dîsa li Qada Galatasarayê kom bûn û xwestin kujer bên darizandin û winda bên dîtin. Dayîkan vê hefteyê ji bo kesên di serdema 12'ê Îlonê de hatin windakirin Cemîl Kirbayir, Huseyin Morsumbul, Hayrettîn Eren, Mahmut Kaya, Nurettîn Yedîgol, Nurettîn Ozturk, Zekî Altunbaş, Veysel Guney û Maksut Tepeli edalet xwestin. Dayîkan bi qurnefilên sor lêgerîna xwe ya edaletê berdewam kir.
Dayîkên di hefteya 390'an de li hev kom bûn, pankarta "Kiryar diyarin, winda li kune" vekirin. Destpêkê dayîka Hayrettîn Eren Elmaz Eren axivî û wiha got: "Di salên 1980'an de xaniyê me, mala me, zarokên me tev ji destê me girtin û em periyan kirin. Me serî li ku da, lê me encam negirt. Min serî li ku da, got kurê te ne li vire. Neheqî li min kirin û ez ji derî qewirandim. Ew qas zarok tev bi ku ve çûn. Çima wan li gorên bêkesan defin dikin. Ew qas neheqî û îşkence nabe."
Birayê Nurettin Yedîgol Muzaffer Yedîgol jî anî ziman ku, birayê wî şoreşger bû û li gel îşkenceyê dîsa neaxivî û wiha got: "31 salin winda dijî. Divê îşkencekarê wê rojê hesap bidin"
Xwişka Cemîl Kirbayir Fatma Kirbayir jî anî ziman ku, ji ber birayê wê şoreşger bû hate windakirin û wiha got: "Dayîka min Berfo bi Serokwezir Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin pêk anî. Lê heta niha tu encam bi dest nexistin. Serokwezîr soz da, lê soza xwe bicih neanî. Dayîka min dibêje dema ez mirin jî heta ku cenazeyê kurê min nehat dîtin min defin nekin. Em şer naxwazin. Em edaletê dixwazin."
'MIN GORA KURÊ XWE DI DILÊ XWE DE KOLA'
Dayîka Maksut Tepelî Şehriban Tepelî jî anî ziman ku, wê gora kurê xwe di dilê xwe de kûlaye.
Li ser navê çalakvanan Hunermend Nur Surer daxuyanî da û xwest ne tenê darbekar, ew dixwazin şoparên darbekarên 12'ê Îlonê jî bên darizandin. Surer destnîşan kir ku, Dayîkên Şemiyê ji bo kujerên 12'ê Îlonê û şopirên wan 32 salin Tirkiyeyê bi rêve dibe û xwest êdî ev hişmendî bê darizandin.
ÊLIH
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan jî bi heman armancê çalakî pêk anîn. Komê li ser kolana Gulîstanê pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin û çalakiya xwe berdewam kirin. Di çalakiyê de nûnerên saziyên sivîl, rêveberên ÎHD û rêveberên BDP'ê Amede bûn. Komê dîsa wêneyên windayan vekirin. Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê Nihat Ekinci diyar kir ku, hêj binpêkirina mafan didome û wiha got: "Ji sala 2005'an û heta niha êdî em dibînin ku kuştinên bên daraz jî pêk tên. Kesên kujer hesap ji wan nayê pirsîn. Li girtîegehan û derve kuştin, îşkence, binpêkirina mafan derketiye asta herî jor.
Çalakiyê piştî rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.