Milîsên MLKP’ê û polîs pevçûn

Milîsên MLKP’ê û polîs pevçûn

Li Taxa Gazî ya Stenbolê milîsên MLKP’ê ji bo salvegera 18’mîn ya Pevçûnê selam bikin çalakî pêkanîn. Çalakvanên ku ji Cadeya Îsmetpaşa dest bi meşê kirin rê li trafîkê girtin û di navnbera çalakvan û polîsan de demek kurt pevçûnê rû da.

Milîsên Partiya Marksîst Lenînîst Komînîst (MLKP) ‘18’mîn sala Pevçûnê’ bi meşek ya li ser Cadeya Îsmetpaşa ya Taxa Gazî selam kir. Milîsên MLKP’ê ku pankarta “Bijî şoreş bijî sosyalîzm” vekirin û gel vexwendin tekoşînê, polîsan bi bombeyên gazê êrîş kir. Dema milîsên MLKP’ê bersiva polîsan da demek kurt pevçûnê rû da. Piştî ku çalakvan belavî nava kolanabûn pevçûn jî bidawî bûn.