Milîsên HBDH’ê wesayîtên mezin ên qeyûmên dagirker şewitandin
Milîsên HBDH'ê gotin, "Me li Wanê wesayîtên kar ên qeyûmê ku tayînê şaredariyê hatiye kirin şewitandin."
Milîsên HBDH'ê gotin, "Me li Wanê wesayîtên kar ên qeyûmê ku tayînê şaredariyê hatiye kirin şewitandin."
Di daxuyaniya nivîskî ya Milîsên Mehmet Xeyrî Durmuş a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) de hate gotin, “Dijminê faşîst her carê zagonên xwe, qanûnên xwe binpê dike. Ew tenê formaliyek hêsan e ku jê re tê gotin qanûn e. Hilbijartinên şeklî têne kirin. Her carê bi her cûre hîle û diziyê hewl didin encamên ku dixwazin bi dest bixin. Tevî hemû hîleyan jî dema ku encamên dixwazin bi dest nexin, encama hilbijartinê nas nakin. Parlementerên me yên ku bi dengên me hatine hilbijartin nasnake û mîna destûra bingehîn binpê dike û diavêjin zindanan. Partî tên girtin. Hevşaredarên me ji wezîfeyê tên girtin û tên girtin. Li şûna wan komek dizên gendel ên xirap ên ku hemû dezgehên giştî talan dikin tên erkdarkirin. Bi taybetî jî li Kurdistanê qeyûm ku mîna ‘çeteyên bêesil" tên binavkirin, tayînê şaredariya tên kirin. Hevşaredarên ku ji aliyê gelê me ve hatine hilbijartin bi salan e di girtîgehan de tên ragirtin, hovên ku cihê wan distînin van mewziyan dikin baregeha êrîşa li dijî gelê me.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Milîsên me li dijî vê pêkanînên qeyûman ên dewleta faşîst û rêveberiya qirêj a qeyûman çalakî pêk tînin" û ev agahî hatin dayîn.
“Şeva 12’ê Tîrmehê saet di 23.00’an de me li Wanê çalakiyek pêk anî. Me li Wanê wesayîtên kar ên qeyûmê ku tayînê şaredariyê hatiye kirin şewitandin."
Çalakiyên me yên li dijî êrîşên qeyûmê yên li Kurdistanê wê bê navber bidomin. Em ê heta dawî li dijî polîtîkayên qeyûm û tecrîdê çalakiya xwe bidomînin.”