Milîsên HBDH’ê şehîd bi bîr anîn

Milîsên HBDH’ê li Stenbolê li ser dîwaran nivîs nivîsandin û pankartan şehîdên şoreşê bi bîr anîn.

Milîsên HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û gotin “Şervanê DKP/BOG’ê Cenk Kilagoz yê di 27’ê Nîsana 2017’an de li Dar Azzayê, pêşengê avaker û fermandarên DKP/BOG’ê Ûlaş Bayraktaroglû  yê di 9’ê Gulana 2017’an de li Reqayê şehîd bû bi nivîsandina nivîsên li ser dîwaran û bi pankartan hatin bibîranîn û banga têkoşînê hate kirin.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Cenk Kilagoz (Comert Nazîf Efe) li ber gora wî ya li Stenbolê bi pankarta ‘Li ser şopa çûkên agir em ê xwe bigihînin serfiraziyê’ û avakarê DKP/BOG’ê û fermandarê wê Ûlaş Bayraktaroglû jî bi nivîsên ‘Rêheval Mehmet dijî, hezar silav ji fermandar re’ û ‘Ji Stenbolê heta Rojavfa bijî têkoşîna me’ hatin bibîranîn.

Faşîzma AKP û MHP’ê hildiweşe. Em li ser şopa şehîdên xwe yên nemir ji bo vê pergala riziyayî bişînin ser sergo, têkoşîna xwe didomînin. Rêya me ya ji bo hilweşandina faşîzmê rêya Ûlaş Bayraktaroglû, Cenk Kilagoz û Sînan Dêrsim e. Wan soza têkoşîna şoreşa yekgirtî dan me, em jî sozê didin wan ku em ê faşîzmê hilweşînin.

Li ser vê rêya ku bi mifteya têkoşîna şoreşa yekgirtî hate vekirin, em ê li ser şopa nifşê fedayî yên şoreşger xwe bigihînin serfiraziyê. Em ê teqez bi ser bikevin.”