Milîsên HBDH’ê li Stenbolê depoyek şewitandin

Milîsên Atakan Mahîr ên HBDH’ê diyar kirin ku, wan Pêngava 15’ê Tebaxê li Stenbolê bi çalakiyek sabotajê silav kirine û depoyeke faşîstan şewitandine.

Milîsên Atakan Mahîr ên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) gotin, "Ji bo silavkirina 15'ê Tebaxê me depoyeke faşîstan şewitand."

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

“Milîsên me li Stenbolê li dijî depoyeke faşîstan çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Me di 12’ê Tebaxê saet di 21.00’an de li Ataşehîrê çalakiyek kir. Di encama çalakiya sabotajê ya ku me li ser depoya faşîstan a li Taxa Ferhatpaşayê ku tê de konsulên pola, palet, amûrên veguhastin û asansorê hebûn şewitand.”

Di daxuyaniyê de her wiha ev tişt hatin gotin:

“15’ê Tebaxê roja vejîna gelê Kurd e. Ji guleya yekemîn heta çalakiya şoreşgerî ya dawî dîrokek mezin e. Têkoşîna azadiya gelên bindest û çîna karkeran e. Ji bo şerê şoreşgerî yê ku ji wê rojê dest pê kiriye û heta roja îro hatiye, bi serketina têkoşîna yekbûyî re bi encam bibe, em ê weke Mîlîsên HBDH’ê erka xwe bi cih bînin. Em ê her hesabî bipirsin, faşîzm jî wê her bitirse! Em ê çalakiyên xwe yên li dijî alîgirên dewlet û desthilatdariya faşîst bidomînin."