Milîsên HBDH’ê li Sêrtê êrîşî wesayîta zirxî kirin

Milîsên Atakan Mahîr ên HBDH’ê li Sêrtê bi bombeya dest û molotofê li wesayîteke zirxî ya di rewşa tevgerê de xistin.

Milîsên Atakan Mahîr ên HBDH’ê daxuyaniyek nivîskî dan û ragihandin ku bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li Sêrtê li wesayîteke zirxî xistine.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Dijminê faşîst sûîqastên xwe yên xayînane didomîne. Li çiyayan xefikê li ber şervanên azadiyê û li bajaran jî li ber şoreşgeran datîne.

Li dijî nûnerên siyasî yên gelê me terora destgîrkirinê zêde dike. Sîstema kapîtalîst xwezayê wêran dike û êdî bi tevamî gefê li jiyana me ya civakî dixwe. Xweza û civak tam li ber hilweşînê ye! Mirovên me ji bo parastina jiyanê li her derê li ber xwe didin. Faşîzm jî bi hovane êrîşî me dike û me digire.

Ev sîstema mêtingeriyê ji bo gelê me yê kedkar dojeh e. Em ê vê dojehê hilweşînin! Em ê bi ruhê 15’ê Tebaxê şer bikin û sîstema mêtingeriyê tune bikin.

Me bi vî ruhî li Sêrtê li dijmin xist. Şeva 12’ê Tebaxê di derdora saet 23.00’an de me êrîşî wesayîta zirxî kir. Milîsên me bi bombeyên dest û molotofê êrîşî wesayîta zirxî ya bi tîpa akrep a di rewşa tevgerê de kir. Piştî çalakiyê milîsên me bi rengekî bi ewle ji herêmê veqetiyan.”