Milîsên HBDH’ê li Mûglayê çalakî li dar xistin

Milîsên HBDH'ê trafoya ku ceyranê dide vîlayên luks ên li Mûglayê rûxand û gotin, "Çalakiyên me yên li qadên turîstîk wê bidomin. Em ê li hemû baregehên pergala faşîst bixin."

Di daxuyaniya nivîskî ya Milîsên Kemal Pîr ên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) de hat gotin, "Dema ku pêşengên me yên şoreşger, şervanên me yên milîtan li zindanan têkoşîneke bêhempa dimeşînin, dijmin bi hovane êrîşî girtiyên şoreşger dike, ti kes ew ê nekaribe mîna ku tiştek nebûye bijî."

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

"Em ê li hemû baregehên vê pergala faşîst bixin. Me berê jî gotibû! Her cure çavkaniyên aborî yên sîstemê hedefa me ye. Me çavê xwe ji dowîzên ku ji wir tên re negirt û em ê negirin!

Me li qada turîstîk a Mûglayê çalakiyek li dar xist. Me trafoya ku enerjiyê dide vîlayên turîstîk ên luks ên li Kolana Cahît Gunduz a Fethiyeyê hilweşand. Di êvara 6'ê Tîrmehê de me trafo şewitand û ceyrana tevahiya herêmê qut kir. Em dubare hişyar dikin. Çalakiyên me yên li herêmên turîstîk wê bidomin!

Di salvegera şehîdên Rojiya Mirinê ya 14 'ê Tîrmehê ya Amedê de em ji bo girtiyên şoreşger li hemû zindanan bi taybetî jî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên xwe didomînin."