Milîsên HBDH'ê li Edeneyê çalakî kirin

Milîsên Ûlaş Adali yên HBDH'ê ji bo şermezarkirina Komkujiya Pirsûsê û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava, li Edeneyê li hemberî kargehekê çalakî kirin.

Milîsên Ûlaş Adali yên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek da û got, "Şeva 21'ê Tîrmehê saet di 22:00 de milîsên me li Edeneyê çalakiyeke bombeyî kirin. Li navçeya Yuregîrê me bi bombeyan êrîş birin ser dikaneke bekçiyan a li kolana Fûzûlî. Kargeha bekçiyên bi navê Ayhan Çelîk û Huseyîn Îlfît, ji aliyê mîlîsên me ve bi bombeyan hate îmhakirin."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Polîs, bekçî, leşker, çete, her hêzeke dewleta faşîst di hedefa me de ne. Yên ji vê dewleta faşîst re dixebitin, sîxuriyê dikin, piştgiriyê didin desthilatdariya faşîst û berjewendiyên aboriyê didin wan, di hedefa me de ne."