Milîsên HBDH’ê li Amedê li polîsan dan

Milîsên HBDH'ê Alî Îsmaîl Korkmaz ên li Amedê li dijî tecrîda li Îmraliyê gule li polîsan reşandin û got, "Em ê ti êrîşan bê bersiv nehêlin."

Milîsên Alî Îsmaîl Korkmaz ên HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê me yê kedkar, zindan yek ji çekên herî girîng ên dijmin e. Ji ber vê yekê her têkoşîna şoreşgerî dixwaze zindanan biqedîne. Êrîş li hemû zindanan didome. Girtiyên nexweş bi qestî mehkûmî mirinê dikin. Şoreşgerên ku cezayê wan qediyaye, ji sedema ku ‘ne poşman in’ nayên berdan.

Li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdeke mezin û êrîşên îmhakirinê, çaryekek sedsal in didome.

Milîsên me ji bo bersivê bidin van êrîşên hovane yên dijmin, zindanan dike hedef. Ji dadger heta dozger, ji midûrê girtîgehê heta gardiyan, ji jendirmeyan heta polîsên 'ewlekariya hawirdorê' her kes hedefa me ne. Em ê tu êrîşa li ser girtiyên şoreşger û rêberên şoreşger bê bersiv nahêlin!

Milîsên Alî Îsmaîl Korkmaz ên HBDH’ê ji bo balê bikişînin ser êrîşên dijmin, bi taybetî tecrîd û sîstema Îmraliyê û ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan, di 10’ê Tîrmehê de li polîsên li dora girtîgehê dewriye digerandin, çalakiyek li dar xistin.

Saet di derdora 23.30’an de li herêma Uçkûyûlar a ku Girtîgeha Tîpa D a Amedê lê ye, milîsên me li polîsên dewriye digerandin, xistin. Milîsên me bombeyên destan avêtin wesayîta polîsan. Di encama êrîşê de wesayîta polîsan di cihê xwe de ma û wesayîtên zirxî hatin cihê bûyerê. Rewşa polîsan nehate zelalkirin û milîsên me bi selametî ji qadê vekişiyan.”